ROJANE
Hemû Nûçe
-
AKP/Qesr li bajarê Nîce hate şermezarkirin
Polîtîkayên çavtirsandin û komkujiyê yên AKP/Qesr li Kurdistanê dimeşîne, li bajarê Nîce yê Fransayê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. -
Ji bo gerîlayê HPG'ê Tîryakî li Wûppertalê merasîma sersaxiyê
Ji bo gerîlayê HPG'ê Selman Tîryakî (Ciwan Amed) ê li Erzînganê di şerê 19'ê Cotmehê de şehîd bû, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê merasîmeke sersaxiyê hate lidarxistin. -
Girtina Kişanak, Anli û Ata li Londonê hate şermezarkirin
Girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata û zextên li çapemeniya azad, li paytexta Îngilîstan Londonê ji aliyê bi sedan kesî ve hatin şermerzarkirin. -
Li Danîmarkayê çalakiyên Rojên Rojava dest pê kirin
Li Danîmarkayê, çalakiyên ji bo Rojên Rojava dest pê kirin. Çalakî wê sê rojan dewam bikin. -
Şehîdên Cotmehê li 4 bajaran hatin bîranîn
Şehîdên Cotmehê li bajarê Zurîch û St. Gallen ên Swîsreyê, li bajarê Montpellîer ê Fransayê û li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
TŞYG: Em çeperên xwe biparêzin, berxwedanê mezin bikin
TŞYG: Roj ew roj e, ku em li ber şerê ku hemû welat û gelên herêmê xistiye nava xwe bisekinîne û veguherîne serê mafdar û rastî yê navbera bindest û serdest, zalim û mazlûm. -
Polîsan avêtin ser malên rêveber û nivîskarên rojnameya Cûmhûriyetê
Polîsan avêtin ser malên rêveber û rojnamevanên rojnameya Cûmhûriyetê. Tê gotin der heqê 13 xebatkar û nivîskarên rojnameya Cûmhûriyetê de biryara binçavkirinê hatiye dayîn. -
Sancar: Em ê li dijî zilmê têkoşînê bilind bikin
Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ê ku li dijî girtina saziyên çapemeniya azad bertek nîşanda wiha got: “Em ê li dijî zilmê têkoşînê bilind bikin.” -
Zextên li ser çapemeniya azad tên şermezarkirin
Li gel rêxistinên naçeyên Yuregîr û Çûkûrova ya Edenê û rêxistinê HDP’ê yên Antalyayê, girtin û zextên li ser çapemeniya azad û muxalîf hatin şermezarkirin. -
KESK: Em baweriya xwe ya demokrasiyê ji karkeran digirin
Pilatforma Şaxên KESK’ê yên Enqerê, bi biryara derxistinên Di Hikmê Qanûnê de protesto kirin. -
Li Parîs,Dûîsbûrg û Mîlanoyê şehîd hatin bîranîn
Aktivîteyên bîranînê yên şehîdên meha Cotmehê dewam dikin. Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Fransa Parîsê, li bajarên Dûîsbûrg ê Elmanya û Mîlano ya Îtalyayê kom bûn, şehîdên meha Cotmehê bibîr anîn. -
Li Gavle meşekî piştgiriyê ji bo Kişanak û Anli hate lidarxistin
Li bajarê Gavle yê Swîsreyê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve li Qada Stortorget çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de faşîzma dewleta Tirk hate protestokirin. -
Ji bo Kişanak û Anli daxwaza girtinê
Piştî lêpirsîna li dozgeriyê ya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak û Frat Anli, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. -
Partiya Sosyalîst a Ewropa li Amedê hevditin kirin
Delegasyona di pêşengtiya Serokê Partiya Sosyalîst a Ewropayê (PES) Sergeî Stanîshew de hate Amedê û li Şaredariya Mezin hevdîtina piştgiriyê bi DBP, HDP, KJA, KCD re pêk anî. -
Kedkaran li gelek navendan çalakî li dar xistin
KESK’ê îxracên kedkaran li Wan, Colemêrg û Agiriyê li kolanan protesto kir. -
Îxraçkirina kedkaran hat protestokirin
Platforma KESK’ê ya Şaxên Antalyayê îxraçkirina bi hezaran kedkarên gelemperî protesto kirin. -
Yuksekdag: Bersiva me ya li dijî faşîzmê li her derê berxwedan
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li ber Mizgefta Şîşlî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, bang li desthilatdariya AKP’ê kir û got; “Em ê îradeya xwe ya siyasî teslîm nekin.” -
Fehîm Işik: Divê her xwendekarek bibe rojnamevanek
Nivîskar Fehîm Işik li dijî girtina saziyên çapemeniya azad nerazîbûn nîşan da û got; “Tevî hemû zext û zorbetiyan jî em ê nûçeyan çêkin.” -
‘Em ê her tim heqîqetê li rûyê fîravûnan bidin’
Midûrê Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA) Omer Çelîk têkildarî girtina ajansa wan axivî û diyar kiri ku ew ê karê xwe dewam bikin û wiha got: “Em ê di rêya Apê Mûsa de bimeşiş û tim heqîqetê li rûyê firavûna bidin.” -
Hûn nikarin îradeya vî gelî teslîm bigirin
Meclîsa Jinê ya HDK’a Îzmîrê li dijî binçavkirina Gultan Kişanak nerazîbûnên xwe anî ziman, got; “Ji bo jinên hatine qetilkirin, binçavkirinan em vê bêjin, hûn nikarin îradeya vî gelî teslîm bigirin.” -
Li Kocaeliyê polîsên Tirk êrîşî HDP’iyan kir
Li Kocaeliyê polîsên Tirk bi awayekî keyfî berê xwe dan HDP’iyan. -
Kedkar: Êrîşa li dijî çapemeniya azad êrîşa li ser kedkaran e
Serokên Şaxên Antalyayê yên girêdayî sendîkayên KESK’ê li dijî biryara girtinê ya li ser çapemeniya azad nerazîbûn nîşan da, gotin ku bi biryara girtinê ve dixwazin dengê kedkaran qut bikin. -
Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Îxraçkirina kedkarên li Edeneyê ji hêla kedkaran hat protestokirin. -
Li Yewnanîstanê protestoyên AKP/Qesrê dewam dikin
Kurdên ku li paytext Atîna dijîn, protestokirina pêkanînên rejîma AKP/Qesrê ya dagirker û talanker dewam dikin. -
HDP: Hûn nebaşiyên herî mezin bikin jî, em ê serî netewînin
HDP'ê li ser derxistina kedkaran ji kar û girtina saziyên çapemeniya azad daxuyaniyek da û got, "Hûn nebaşiyên herî mezin bikin jî, em ê serî li ber vê feraseta we netewînin."