ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji ber qirêjiya hewayê di nava salekê de 600 hezar zarok jiyana xwe ji dest dide
Li gorî raporeke ji aliyê Fona Alîariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF), di tevhî cîhanê de ji her 7 zarokan 1 ji ber hewaya qirêj dikişîne, nêzî nîv milyonê jî ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin. -
Yên ku AKP protesto kirin hatin binçavkirin
Xwendekarên ku bi mebesta piştevaniyê li Rojnameya Cumhuriyeyê nobeta piştevaniyê dane destpêkirin, bi hênceta ku ‘li dijî hikûmetê’’ dirûşm berz kirine hatin binçavkirin. -
Li Îskoçyayê protesto: Kujer Erdogan!
Li paytexta Îskoçyayê Edînbûrghê AKP hate protestokirin. -
Li Bakirkoyê ‘’Nobeta Azadiyê’’ didome
Endamê SODEV’ê Yavuz Okçuoglû 20. Nobeta Azadiyê a li Girtîgeha Dorlêgirtî ya Jinan a Bakirkoyê dewr girt û got: ‘’Li her devera ku em lê ne, ku em tênekoşin, neyên cem hev, sibe wê dereng bibe’’ -
Xebatkarên tendirûstiyê: Bi teqez em ê qezeç bikin
Di daxuyaniya têkildarî derxistina ji kar ya li Amedê, xebatkarên tendirûstiyê diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê biryarên KHK’ê weke mertal bikar tîne û di bêmafiyê de sînoran nasnakin. -
Berî ku Hevşaredar werin girtin, li qeyûm geriyane!
Tê gotin beriya ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê werin binçavkirin, AKP’ê li qeyûmê ku li şûna wan rûnê geriya ye. Navê ku pêşniyar lê kirine jî Ahmet Bîlgîn e, ku 1994-1999’an ji Partiya Refahê Serokşaredartî kiriye. -
Zextên Rewşa Awarte têne şermezarkirin
Girtina bi deh hezaran karmend û bi dehan saziyên çapemeniyê yên wekî DÎHA, JINHA, Azadiya Welat li Skenderûnê hate şermezarkirin. -
Însiyatîfa Gel a Amedê bang kir: Jiyanê bisekinînin
Însiyatîfa Gel a Amedê, bang li gel kir ku li dijî faşîzma AKP'ê dikanên xwe venekin û jiyanê bisekinînin. -
Girtiyên li Tîpa F ya Kurkçulerê di nava tecrîda tecrîdkirî de ne
Parêzer Tûgay Bek diyar kir, bi îdîaya 'deriyê hesin şikandine' li girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê hatiye xistin. Emre Aykultelî yê nû ji heman girtîgehê hat berdan got, girtî di nava tecrîda tecrîdkirî de ne. -
Kişanak, Anli û Ata birin Girtîgeha Kandirayê
Piştî ku hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, wekîla berê ya BDP’ê Ayla Akat Ata hatin girtin, ew birin Girtîgeha Kandirayê. -
Mînaka destpêkê ya cezanekirinê di 'Doza Pasûrê' de hat dîtin
Qanûna ku ji bo leşkerên di salên 90'î de sûc kirine neyên cezakirin, hat derxistin, di 'Doza Pasûrê' de bi cih hat anîn. Dozger û parêzerên bersûc gotin, ji bo darizandina General Erturk divê destûra Wezîrê Parastina Milî hebe. -
Di bin navê 'leşkerên bi peyman' de çete tên perwerdekirin
Hat gotin, li ser sînorê Hatayê çete tên perwerdekirin. Li gorî agahiyên ji rayedarekî leşkerî hatin wergirtin, di bin navê 'leşkerên bi peyman' de çete tên veşartin. -
Li her derê dijminahiya Kurdan -Selahattîn Erdem
Dijminahiya Tayîp Erdogan a li dijî Kurdan bi kûrî û bi berfirehî berdewam dike. Teror û komkujiya civakî ya li bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê di her aliyên jiyanê de belav dibe. -
Girtin têne şermezarkirin: Di asta herî bilind de têkoşîn!
Protestoyên bi mebesta şermezarkirina girtina Kişanak û Anlî didomin. Li Wan, Edene, Antalya, Mêrdin û Rihayê hate diyarkirin ku qeyûm wê rewa neyên dîtin û berxwedan were geşkirin. -
Ji polîsên Frankfûrtê îşkence û binçavkirin
Li Frankfûrtê, Kurdistaniyê bi navê F.Ş ê li dijî êrîşa faşîstan xwe parast, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. -
Demîrel: Dawiya AKP û Erdogan wê wekî Hîtler be
Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel bertek nîşanî girtina DÎHA, JINHA û Azadiya welat da û got ku çawa dawiya faşîzma Hîtler hat wê di demek nêz de dawiya faşîzma AKP û Erdogan jî bê. -
'Em ê bi DÎHA’yê re mil bi mil bin û pişta wê bigirin'
Li Antalyayê nûçegihanên rojnameyên xwecih nerazîbûn li dijî girtina çapemeniya azad dan û gotin, "Em pê dizanin, DÎHA ya ku zimanê xwe ji gel distîne, li dijî hemû zext û zordarî û girtinan wê bi altertanîtafan xwe ragire." -
Çeteyên Tirkiyeyê belavokek hevpar weşandin
Tûgayên Nûreddîn Zengî û rêxistinê din ên çete ku Tirkiye wan weke 'mûxalefeta nerm' bi nav dike, der barê êrîşa Helebê de tevî El Nûsra belavokeke hevpar weşandin. -
Şehîdên meha Cotmehê li Basel û Bîelê hatin bîranîn
Li bajarên Bîel û Baselê yên Swîsreyê, şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn. -
Civata Giştî ya ÎGÎF'ê li Baselê li hev kom bû
Civata Giştî ya ÎGÎF’ê ya 12. duh li Baselê li hev kom bû. -
Demîrtaş: Ji bilî HDP'ê rêya rizgariyê nîne; hêza me ya serketinê heye
Heyetên HDP û Partiya Sosyalîstên Ewropayê li Enqereyê li hev rûniştin. Demîrtaş da xuyakirin, ku ji bilî HDP'ê rêyeke din a rizgariyê nîne û ji civakê xwest, wêrek be. Demîrtaş got, hêza wan a sekinandina rejîma AKP/Qesrê heye. -
Ciwan li dijî zextan li Aydinê daketin kolanan
Komek ji ciwanan li Efelerê daketin kolanan û girtina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bi çalakiyekê şermezar kirin. -
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Moskowayê hate pîrozkirin
Kurdên li Moskowayê dijîn, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Mala Kurdan pîroz kirin. -
Pîrozbahiyên Kobanê yên li Swêdê bi heybetî dest pê kirin
Pîrozbahiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, duh li bajarê Goteborg ê Swêdê dest pê kirin. -
Nerazîbûna li girtina saziyên çapemeniyê zêde dibe
Nerazîbûna li hikûmeta AKP'ê, ku bi du biryarnameyan gelek saziyên çapemeniyê yên weke Ozgur Gundem, DÎHA, JINHA, Azadiya Welat û Yuksekova Haber girt, zêde dibe.