ROJANE
Hemû Nûçe
-
Binçavkirin li Manîsanê hate şermezarkirin
Li Tûrgûtlûyê, li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak çalakiya protestoyî hate lidarxistin. -
Dewleta Tirk wê dest deyne ser malên Ozgur Gundemê
Polîsên Tirk û ekîbên maliyeyê, ku cara duyemîn avêtin ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya hatiye girtin, ji bo malên rojnameyê yên li hundirê avahiyê desteser bikin, dor li avahiyê girtin. -
Demîrtaş: Kêliyek bi rûmet çêtire ji sed salên jiyana bêrûmet
Hevserokê Giştî yê HDP'ê li çalakiya "dest nede vîna min" a li Amedê axivî û got, "Kêliyek zêde yek kêm. Ya girîng jiyana bi rûmet e. Bila jiyana me kêliyek be, lê bi rûmet be. Ev kêlî çêtire ji jiyane sed salî ya bêrûmet." -
DÎHA bêdeng nema, wê bêdeng nemîne!
DÎHA'ê da xuyakirin, çawa ku ew li pêşberî êrîş, astengî, binçavkirin û girtinên heta niha hatin kirin bêdeng neman, ew ê ji niha û pê ve jî bêdeng nemînin û rastiyan her ragihînin. -
Polîsan avêtin ser avahiya Ozgur Gundemê ya mohrkirî
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya ku beriya niha bi biryara dadgehê hatibû girtin û derî hatibû mohrkirin. -
Edîtorê DÎHA'yê Kobûlan: Karê me hê neqediya ye
Edîtorê buroya Stenbolê ya DÎHA'yê Yasîn Kobûlan got, "Di serdegirtinên 2004, 2009'an de me negot 'karê me qediya'. Em ê bêdeng nemînin, desthilatdariya AKP'ê jî vê baş dizane. Em ê rêyekê bibînin û rastiyan ragihînin." -
Dewleta Tirk li Frankfûrtê hate şermezarkirin
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Fiart Anli û dagirkirina Rojavayê Kurdistanê bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin. -
Belgeya koalîsyona çeteyan
Li ser rêxistinbûna çeteyan a dewleta Tirk, ku AKP serkêşiyê jê re dike û tifaqên wan ên qirêj, belgeyeke nû derket holê. -
Êrîşên AKP/Qesrê li gelek bajarên Swêdê hatin şermezarkirin
Komkujiyên ji aliyê faşîzma AKP'ê ve li dijî gelê Kurd tên kirin û girtina siyasetmedarên Kurd, li gelek bajarên Swêdê hatin şermezarkirin. -
Çalakiyên li dijî binçavkirina Kişanak û Anli dewam dikin
Li dijî operasyonên Erdogan û çeteyên wî û hewldanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, li gelek bajarên Elmanya û li paytexta Swîsre Bernê çalakî hatin lidarxistin. -
Sedema girtina DÎHA'yê di nava nûçeyên wê de veşartî ye
Yek ji saziyên çapemeniyê yên bi Biryarnameya bi Hukmê Qanûnî hate girtin, Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ye. DÎHA, li dijî her şêwe zext û girtinan, 14 salan bênavber bû dengê mirovên nedihatin dîtin. -
Derbeke din li çapemeniya azad hat xistin
Hikûmetê derbeke din li çapemeniya azad xist. Hikûmetê bi Biryarnameya bi Hukmê Qanûnî, DÎHA, JINHA, rojnameya Ozgur Gundemê, rojnameya Azadiya Welat û Yuksekova Haber girt. -
Li Ewropayê şermezakirin didomin: Em rê nadin AKP’ê
Kurdistaniyên li Ewropayê çalakiyên xwe yên şermezakirina faşîzma AKP/Qesrê didomînin. Di çalakiyan de binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê hate şermezarkirin û ev peyam hate dayin: ‘’Gelê Kurd wê serê xwe ji rejîma AKP’ê re netewîne’’ -
Rêxistina Navçeya Esenlerê ya HDP’ê ji bo vîna gel li qadan bû
Rêxistina Esenlerê ya HDP’ê ji bo şermezakirina binçavkirina Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Kişanak û Anlî çalakiyek li dar xistin. -
Li Kolnê aktivîteya bîranînê
Di bîranîna li bajarê Kolnê de, gerîlayên ku di pêvajoya demên dawî de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. -
HDP: Biryara têkildarî Yuksekdag kêfî ye
HDP’ê bertek li dijî wê biryarê da ku qedexe li ser Yuksekdag hatiye danîn da ku dernekeve ‘derveyî welat’ û xwest ev biryara kêfî û siyasî were betalkirin. -
Ji hunermendan ji bo TV 10 çalakiya nobedê
Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo TV 10 ku hatibû girtin berdewam dikn, hunermendan desteka xwe bi stranên xwe nîşan dan. -
Kurd li Mîlanoyê xwedî li Amedê derketin
Kurdên ku li Mîlanoyê dijîn, tecrîd û binçavkirina Kişanak û Anli protestokirin. -
Li 5 bajaran gelek binçavî û girtî hene
Operasyonên qirkirina siyasî ya bi fermana AKP/Qesrê didomin. Li Edene, Enqere, Mûş û Amedê gelek kes hatin binçavkirin. Li Çewlikê jî 4 kes hatin girtin. -
'Di nava dahata petrolê de gelek nelirêtî hatiye kirin'
Parlementerê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn û Endamê Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê yê Tevgera Goran Xalib Mihemed li ser dahata petrola Herêma Kurdistanê daxuyanî da. -
NY: Binçavkirina hevserokan mînaka dawî ya ji kirinên li ser Kurdan e
NY, binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’ Binçavkirina hevserokan mînaka dawî ya ji kirinên li ser Kurdan e’’ û bang kir ku dewleta Tirk rêzê ji mafê mirovan re bigire. -
Fermandarê Haşdî Şabî: Eger Tirkiye bikeve qadê, em mîna DAÎŞ’ê binirxînin
Li xeta Tel Afer û Baajê ji hêla Haşdî Şabî operasyona hat destpêkirin. Fermandar Alî Ferhan behsa hedefên xwe kir, destnîşan kir ku eger dewleta Tirk bikeve qadê wê bi çavê DAÎŞ’ê li wê jî binêrin. -
Xizmên kesên hatin nebedîkirin xwedî li Amedê derketin
Kesên ku nasên wan ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin, lêgerîna xwe ya li edaletê berdewam kirin. Di çalakiyên Amed, Êlih û Îzmîrê de, binçavkirina hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anlî hatin şermezarkirin. -
Li Yewnanîstanê AKP/Qesr tê protestokirin
Li Yewnanîstanê protestoyên ku têkildarî pêkanînên qirkirinê yên hikûmeta AKP/Qesrê tên lidarxistin dewam dikin. -
Kurd û dostên wan li ber xwe didin: Em ê bi ser bikevin!
Çalakiyên protestoyî yên ji ber binçavkirina Kişanak û Anli tên lidarxistin, bênavber dewam dikin. Kurd û dostên wan ên bi rengekî bênavber li ber xwe didin destnîşan dikin, ku kes nikare îradeya wan teslîm bigire.