HDP: Biryara têkildarî Yuksekdag kêfî ye
HDP’ê bertek li dijî wê biryarê da ku qedexe li ser Yuksekdag hatiye danîn da ku dernekeve ‘derveyî welat’ û xwest ev biryara kêfî û siyasî were betalkirin.
HDP’ê bertek li dijî wê biryarê da ku qedexe li ser Yuksekdag hatiye danîn da ku dernekeve ‘derveyî welat’ û xwest ev biryara kêfî û siyasî were betalkirin.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan têkildarî qedexeya li ser Hevseroka wan, ku destûr nayê dîtin derkeve ‘derveyî welat’ daxuyaniyek da ûwiha got:
‘’Qedexeya derketina derve ya weke tevîdreke kontrola edlî’ ku ji hêla 5.Dadgeha Cizayê Giran a Rihayê, li ser Hevseroka me ya Giştî Birêz Fîgen Yuksekdag hatiye danîn, biryareke bi temamî kêfî ye û dijî hemû têgihiştina hiqûqî ye.’’
Di daxuyaniyê bi berdewamî hate xwestin, biryara dijî hiqûqê û siyasî ya ku li ser Yuksekdag hatî danîn di cih de were rakirin.