Kurd û dostên wan li ber xwe didin: Em ê bi ser bikevin!

Çalakiyên protestoyî yên ji ber binçavkirina Kişanak û Anli tên lidarxistin, bênavber dewam dikin. Kurd û dostên wan ên bi rengekî bênavber li ber xwe didin destnîşan dikin, ku kes nikare îradeya wan teslîm bigire.

Çalakiyên protestoyî yên ji ber binçavkirina Kişanak û Anli tên lidarxistin, bênavber dewam dikin. Kurd û dostên wan ên bi rengekî bênavber li ber xwe didin destnîşan dikin, ku kes nikare îradeya wan teslîm bigire.

EDENE

Kordînasyona Edeneyê ya Kongreya Jinên Azad (KJA), endamên jin ên HDK û HDP'ê ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata li Parka Înonuyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankartên "Vîna gel nikare bê teslîmgirtin", "Gultan Kişanak îradeya me ye. Îradeya gel nayê teslîmgirtin. Ger zilm hebe berxwedan maf e" "Li dijî neheqiyê, nehiqûqiyê û OHAL'ê berxwedan maf e" hatin vekirin û dirûşmên "Zext nikarin bi me" "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin qîrîn.

Endama KJA'yê Feyruze Gumuş di çalakiyê de axivî û diyar kir, AKP'ê li hemû qadên jiyanê êrîşên xwe zêdetir kiriye û got: "Divê neyê jibîrkirin ku jin vê desthilatdariyê hilweşînin. Di şexsê Gultan Kişanak de heta ku hemû hevşaredarên hatine girtin bên berdan, qeyûm paşve bên kişandin em ê li qadan bin."

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku kolan kiriye qada îşkenceyê û li erdê kaşkirina Ayla Akat Ata û bi vî rengî binçavkirina wê weke mînak nîşan da. Beştaş got: "Eger ev keştî noqî binê avê bibe em ê hemû bifetisin. Lê ji bo rizgariyê tenê rêyek heye. Ew jî Komara Demokratîk e."

Beştaş destnîşan kir ku AKP'ê ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hilbijartinê bi dest nexist niha dixwaze bi operasyonên siyasî şaredariyê desteser bike, lê wê bi ser nekeve.

Piştî daxuyaniyê bi 10 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

WAN

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên li Wanê ji bo binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli şermezar bikin li Kolana Hunerê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Parlamenter Lezgîn Botan, nûnerê MEYADER, TUYAD-DER, KURDÎ-DER, Goç-Der, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, KJA, DBP û HDP'ê amade bûn.

Di Daxuyaniyê de rêveberê HDP'ê yê bajar Mehmet Cîdan axivî û diyar kir ku zext û serdegirtinên saziyên kurd bênavber didome û wiha got: "Hê jî me ji hevşaredarên xwe ti agahî ne girtine. Em ê li hemberî polîtîkayên çewisandina Kurdan bêdeng nemînin. Em dixwazin hevşaredarên me serbest bên berdan."

ÇEWLIK

Li Çewlikê jî çalakiya şermezarkirina binçavkirina Hevşaredaran di roja 2. de dewam kir. Gelê Çewlikê wê her roj saet di 11.00'an de bi çalakiyên cuda yên şermezarkirinê binçavkirina şermezar bikin. Bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê li ber avahiya rêixstinê daxuyaniyek hat dayîn. Parlamenter Hişyar Ozsoy, nûnerên HDP û DBP'ê, xwendekarên zanîngehê û welatî tevlî çalakiyê bûn. Esnafên bajar jî dorpêça polîsan a ji ber daxuyaniyê şermezar kirin û derketin ser rê.

Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy axivî û dopêça polîsan şermezar kir. Ozsoy da zanîn ku di dema darbeyê de gel daket kolanan û bi rehetî li ber darbeyê rabû û got: "Çima dema dor tê me qanûnan dixin dewrê. Heta di şexsê Kişanak û Anli de hemû siyasetmedarên kurd serbest bên berdan em ê çalakiyên xwe bidomînin."

ELEZÎZ

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Elezîzê jî binçavkirina Hevşaredarên Amedê bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin. Hevserokê DBP'ê yê Çewlikê Mehmet Nafîz Koç da zanîn ku divê hevşaredarên hatin binçavkirin di demek kurt de bên berdan, vegerin ser karê xwe û ji vê biryara şaş paş de gav bavêjin. Koç, bi lêv kir ku heta hevalên wan bên berdan dê çalakiyên wan bidomin. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

DÎLOK

Gelê Dîlokê bi pêşengiya rêxistina DBP'ê li ber avahiya DBP'ê ya Şahînbeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Ji siyaseta demokratîk re azadî" hat vekirin . Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî li qada çalakiyê amade bû. Di daxuyaniyê de Hevserokê DBP'ê yê Şahînbeyê Lamî Çîçek diyar kir ku bi awayekî korsanî dest danîne ser destketiyên wan û wiha pêde çû: "Mafê rewa yê gel ê çalakiyan hatine qedexekirin. Em ê li hemberî van bêhiqûqiyan çalakiyên xwe bidomînin."

BALIKESÎR 

Li navçeya Edremît a Balikesîrê jî ji bo şermezarkirina Hevşaredarên Amedê bi pêşengiya Partiya Demokrasiyê ya Altinolukê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniya ku endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Madiye Gurbuz tevlî bû de cendirmeyan bi hinceta destûra walî tuneye xwestin medaxele bikin. Welatiyên nerazîbûn nîşanî jendermeyan dan dirûşmên "zext nikarin bi me" û "Wê Kurdistan ji fazîşmê re bibe goristan" qıriyan. Jendermeyan li ber nerazîbûnên welatiyan paş ve gav avêtin û li ser navê girseyê Hasan Arican daxuyanî xwend.

Arican da zanîn ku şaredariya Amedê şaredariya gel û wiha axivî: "Nikare ji aliyê çeteyan ve bê desteser kirin. AKP dixwaze vîna milyonan bi tirsê teslîm bigire. Em banga piştevaniyê li hemû gelê xwe dikin. Divê em li dijî faşîzma AKP'ê li ber xwe bidin û têbikoşin. Berxwedana li dijî zilmê mafdar e û rewa ye."

Piştî axaftinê jendermeyan xwestin welatiyan binçav bikin lê hewldana jendermeyan hat astengkirin û welatî bi dirûşmeyan belav bûn.