Kurd li Mîlanoyê xwedî li Amedê derketin
Kurdên ku li Mîlanoyê dijîn, tecrîd û binçavkirina Kişanak û Anli protestokirin.
Kurdên ku li Mîlanoyê dijîn, tecrîd û binçavkirina Kişanak û Anli protestokirin.
Li bajarê Mîlano ya Îtalyayê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk, binçavkirina Hevşaredarên Şeredariya Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli protesto kirin.
Di çalakiya ku ji aliyê Komîteya Kurd a Mîlano û sendîkayên (CÛP, ÛSLAÎT û SGB) hatin lidarxistin de, pêkanîna tecrîda AKP’ê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin.
Girserya li pêşiya Sefaretxaneyê posterê ku bi nivîsa “Kujer, Terorîst Erdogan” li ser hate şewitandin.
Di çalakiyê de pankarta “Hûn nikarin vîna gel tesîm bigirin”, “Firat Anli û Gulten Kişanak rûmeta me ne” hatin vekirin û dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin.
Her wiha li ser dîwarê pêşberî Sefaretxaneya Tirk jî pankarta “Dest nede vîna min” û wêneyên Kişanak û Anli hatin daliqandin.