Li Yewnanîstanê AKP/Qesr tê protestokirin
Li Yewnanîstanê protestoyên ku têkildarî pêkanînên qirkirinê yên hikûmeta AKP/Qesrê tên lidarxistin dewam dikin.
Li Yewnanîstanê protestoyên ku têkildarî pêkanînên qirkirinê yên hikûmeta AKP/Qesrê tên lidarxistin dewam dikin.
Kurdistaniyên ku li Yewnanîstanê dijîn,çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên hikûmeta AKP’ê ya li ser şaredariyan û dagirkirina xaka Rojava dayîn destpêkirin dewam dikin.
Di roja yekem a çalakiyê de Kurdistaniyên ku li Kampa Koçberan a Lavrîon de dijîn, meşek li dar xistin û diktatoriya AKP’ê şermezar kirin. Kurdistaniyên ku li navenda bajêr meşiyan, di tevahiya rê de belavok belav kirin, kiryarên qirker û darbekar teşhîr kirin.
‘FAŞÎZMA ERDOGAN WÊ TÊK BIÇE!’
Di daxuyaniyê de ku li ser navê Komîteya Kampa Lavrîonê hate dayîn, wiha hate gotin: “AKP/Qesr wisa fam dike ku wê Kurdan teslîm bigirin, lê Kurd li derdorî Rêber Apo bûne yek û di bilindkirina têkoşînê de bi israr in, wê faşîzma Erdogan têk biçe.”
Meclîsa Gel jî bang kir ku roja Yekşemê saet 15:00'an li Qada Syntagma ya Atînayê beşdarî çalakiyê bibin.
...