Xizmên kesên hatin nebedîkirin xwedî li Amedê derketin

Kesên ku nasên wan ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin, lêgerîna xwe ya li edaletê berdewam kirin. Di çalakiyên Amed, Êlih û Îzmîrê de, binçavkirina hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anlî hatin şermezarkirin.

AMED

Endamên Şûbeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û nas û zimên kesên ku hatine nebedîkirin ku her hefte bi dirûşmeya, ‘’Bila kesên ku hatine nebedîkirin werin dîtin, kiryar werin darizandin’’ li Amedê pêk tînin, di heftiya 403’yan de berdewam kir. Di çalakiyê de li aqûbeta Abdulkadîr Kurt hate pirsîn ku bejahiya gunfê Şêx Hemz ya Qulpê 10’ê Sibata 1994’an hatibû qetilkirin û her wiha li aqûbeta Mehmet Meşe ku ji heman gundî revandibûn û hatibû nebedîkirin.

Di çalakiyê de Serokê Şûbeya Amedê ya ÎHD’ê Racî Bilîcî têkildarî binçavkirina hevşaredaran axivî û hişmendiya darbekar a bi ser ji nû siyasetmedaran de şermezar kir. Bilîcî diyar kir ku ew ê heta dawî têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin û got, ‘’kesên ku ji xwe re dibêjin, em misilman in, çima êşkenceya li jinan a li vê qadfê ji nedîtî ve tên?’’

Endamê Komîsyona Nebedîbûyiyan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîroka Mehmet Meşe û Abdulkadî Kurt got, ku 1994’an hatibûn nebedîkirin:

‘’Leşkerên girêdayî Tugaya Komonda ya Çiyê ya Boluyê bi ser gund de girtin û 5 kes binçav kirin. Piştî bûyerê bi rojekê serbest berdan. Meşe û Kurt derxistin derveyî gund. Roja dîtir li nêzî gund cinazeyê Abdulkadîr Kurt hate dîtin ku naylon li ser hatibû helandin, êşkence lê hatibû kirin û înfazkirin. Malbata Mehmet Meşe jî ji bo ku wî bibîne serî li hemû rêyên hiqûqî dixe. Li gel hemû kêferata malbatê jî Edlîyeya Amedê wiha bersivê dide malbatê: ‘Biçin li mala xwe rûnin, ku tiştek çêbû em ê li we vegerin’ Ev 22 sal di ser nebedîkirina Meşe re derbas bûn lê hê jî aqûbeta wî nehatiye hişkerekirin.’’

Hevsera Fehîm Tosun Hanim TYosun jî got, ‘’vîna vî gelî binçav dikin û dixwazin bigirin. ‘Salên 90’î em avêtin bîrên asîtan lê me ji wan nexwar û me dev ji doza xwe berneda. Em ê îro dîsa dev ji têkoşînê bernedin û qet ji wan nexwin.’’

ÊLIH

Li Êlihê jî Dayikên Şemiyê li Kolana Gulîstanê hatin cem hev.

Di çalakiyê de Wekîla HDP’ê Ayşe Acara Başaran axivî û got, ‘Dewlet yekî ji me bikuje em bibin bi sedan û hezaran. Di encama vê têkoşînê de, teqez ê ku bi ser bikevin wê em bin.’’

IZMÎR

Dayikên Şemiyê li Îzmîrê jî li ber Konak Eskî Sumerbankê hatin cem hev û daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankartên wekî ‘Nebedî bellî ne, kanî kiryar’’, ‘’Nebedîkirî ûcdan in, lê xwedî derbikevin’’ hatin vekirin. Li ser navê çalakgeran Rêveberê ÎHD’ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek axivî û binçavkirina hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anlî şermezar kir.

Çîçek hesabê wê pirsî ku salên 1995-1996’an li Kurdistanê li bajarên cihê bi kuştinên ‘kiryar nediyar’ jiyana xwe ji dest dane pirsî.

Çîçek çîroka kesên ku li Kerboranê hatine nebedîkirin pirsî û got, 29’ê Cotmehê-6’ê Mijdara 1995’an 9 kesên ku hatibûn biçavkirin û di nav wan de zarok jî hebûn birine Tabûra Jandarma a Kerboranê û careke dî agahî ji wan nehatiya standin. Çîçek diyar kir, Fermandariya Tabûra Jandarma ya Kerboranê têkildarî kesên ku hatibûn binçavkirin ji malbatê re gotiye,’’ Me piştî lêpirsînê ew serbest berdane’’ Çîçek bi berdewamî dibêje, malbatan gotiye, ‘ku we serbest berdana wêb ihatana malbatê’’ û leşkeran jî gotiye, ‘’naxwe çûne çiyê’’

Çîçek diyar dike hemû serlêdanên malbatan ên bi mebesta ku zarokên xwe bibînin bêencam mane û gef li wan hatiye xwarin. Çîçek diyar kir, cinazeyê Suleyman Seyhan ê ku di 6’ê Adara 1996’an 57 salî bû, li Seyhanê bi awayekî şewitî hatiye dîtin.

Çîçek diyar kir Serdozgeriya Komarê 29’ê Hezîrana 2009’an dîsa lêpirsîn vekiriye û di nav vê çarçoweyê de 17-25’ê Sibata 2012’an li gorî daxuyaniyên şahidan gihane cinazeyê Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî û Seydan Dogan ê 13 salî.