Ji hunermendan ji bo TV 10 çalakiya nobedê

Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo TV 10 ku hatibû girtin berdewam dikn, hunermendan desteka xwe bi stranên xwe nîşan dan.

Piştî girtina TV 10 ku dengê Elewiya bû, her hefte bi mebesta piştevaniya li televizyonê li Qada Galatasarayê çalakiya nobedê tê li dar xistin, vê hefteyê çalakiya sêyan a nobedê pêk hat. Di çalakiyê de gelek nûnerên rêxistinên Elewî, hunermendên Elewî, Serokşaredarên Pulurê Fatîh Mehmet Maçoglu amade bûn. Di çalakiyê de pankarta bi navê ‘’TV 10 nikare were bêdengkirin’’ hate vekirn û dovîzên ku logoya TV 10 hebûn hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de Serokê Desteya Giştî ya TV 10 Velî Buyukşahîn axivî û wiha got: ‘’Bi girtina TV 10 dixwazin dengê Elewiyan bibirin’’ û got, ew dixwazin hezkirinê, aştî û jiyana bi hev re veguhezînin. Bi berdewamî diyar kir, piştî Rewşa Awarte ku xwedêgiravî dijî darbekaran hatibû ragihandin, ziyana herîz êde giha wan beşê civakê ku bi salan e têne vederkirin.

Hunermend Metîn Karataş jî got, ‘’ku rewşenbîr, hunermend werin bêdengkirin wê demê civak jî tê bêdengkirin’’ û bang kir ku hunermend û civak werin cem hev û dengê xwe xurt derxînin.

Hunermendan piştî axaftinan bi stranan destek dane TV 10’ê.