Fermandarê Haşdî Şabî: Eger Tirkiye bikeve qadê, em mîna DAÎŞ’ê binirxînin
Li xeta Tel Afer û Baajê ji hêla Haşdî Şabî operasyona hat destpêkirin. Fermandar Alî Ferhan behsa hedefên xwe kir, destnîşan kir ku eger dewleta Tirk bikeve qadê wê bi çavê DAÎŞ’ê li wê jî binêrin.
ANF / SEYİT EVRAN
ŞENGAL
şemî, 29 kewçêrê 2016, 15:02
Haşdî Şabî di çarçoveya operasyona Mûsilê de îro li xeta Tel Afer û Baajê operasyon dan destpêkirin. Fermandarê Tûgaya Laleşê Alî Ferhan Şengalî têkîldarî operasyonê axivî, got hedefa wan rizgarkirina Tel Afer û Baaj e. Şengalê daxuyaniyên dewleta Tirk ên li dijî Haşdî Şabî nirxand û got; “Ev ax a zarokên Mûsil, Tel Afer, Baaj û Şengalê ne. Axa ku ji hêla DAÎŞ’ê hatine dagirkirin em ê rizgar bikin. Ti pêdiviya me Tirkiyeyê nîne. Keç û jinên Tirkiyeyê ne esîrên DAÎŞ’ê ne. Xwişk û dayikên me di dest DAÎŞ’ê de ne. Ji bo azadiya wan em ê Tel Afer û Baajê rizgar bikin. Heta sînorê Sûriyeyê nesekinin.”
‘EM Ê MÎNA DAÎŞ’Ê MÛAMELEYÊ LÊ BIKIN’
Ferman têkîldarî daxwazên dewleta Tirk a ku bi israr dibêje ‘ez ê tevlî operasyona Mûsilê bibim’ jî wiha axivî;
“Em zarokên vê axê ne. Ti kes nikare li ser vê axê me bike mijara bazarê. Tirkiye ya ku vê dike mijara bazarê ti karê wê li vir nîne. Çi karê wê heye li ser axa me? Tevî her tiştî jî eger Tirkiye dakeve qadê em ê mîna DAÎŞ’ê lê meyze bikin.” Ferhan diyar kir ku jixwe dewleta Tirk zêde dûrî DAÎŞ’ê jî nabînin.
Ferman têkîldarî operasyona îro jî ev agahî parve kirin; “Operasyona îro, gava duyem a operasyona Mûsilê ye. Ev gav ji eniya me hat avêtin. Me ji gundê Hadir ê 60 kîlometreyan ji Mûsilê û 20 kîlometreyan ji Tel Aferê dûr e, dest pê kir. Di operasyonê de Lîva Huseyîn jî heye. Hêzên wê yên Lîva Laleş, Lîva Tirkmen, Lîva Tirkmenên Şîî, Lîva Mûsil cih digirin.”
‘EM Ê RANEWESTIN!’
Ferman got hedefa wan ew e ku dixwazin Baajê bigirin û heta sînorê Sûriyeyê ranewestin. Ferhan diyar kir ku piştî axa Iraqê bi temamî ji çeteyên DAÎŞ’ê hat paqijkirin jî li kû dibe bila bibe amade ne ku li dijî çeteyan şer bikin.
Fermandarê Heşdî Şabî Alî Ferhan got, “Yê tasek avê bide me, em ê jî avê bidinê. Yê deriyê xwe ji me re vekin, em ê deriyê xwe vekin; yê rê li ber me bigirin, em ê jî rê lê bigirin” û peyam da ew hêzên ku hevkariya çeteyên DAÎŞ’ê dikin.