ROJANE
Hemû Nûçe
-
Encamnameya civîna 6. a Koordînasyona HDK-A eşkere bû
Koordînasyona Hewldana Ewropayê ya HDK'ê, encamên civîna xwe ya şeşemîn a 22'ê Cotmehê, ku li paytexta Belçîka Brukselê pêk anî eşkere kir. -
Dr. Kobanê: YPG/YPJ'ê hezkirina ji mirovan û vîna xurt nîşanî min dan
Dr. Dorpec Kobanê ku 2 salan li Kobanê wezîfe kir û beriya niha bi du salan vegeriya Swêdê, serpêhatiya xwe ji medya Swêdê re vegot û li ser sîstema li Rojava gelê Swêdê agahdar kir. -
HDK-A: Di 26'ê Cotmehê de em li ber dadgeha li Parîsê bin
HDK-A: Ji bo parastina mafê agahîstandin û azadiya çapemeniyê, em bi xurtî tevlî çalakiya 26'ê Cotmehê roja Çarşemê ya li ber Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê bibin. -
Hevserokê HDP’ê yê Bolûyê Gunaydin hat girtin
Hevserokê HDP’ê yê Bolûyê Ozgur Gunaydin hat girtin. Ji jinên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, Havva Ozcan û Kadriye Ozgan hatin berdan. -
Tûncel, li Dersimê walîtî hişyar kir: Hêrsa me mezin nekin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sabahat Tûncel û Wekîlên HDP’îyan, gelê ku rastî serdegirtina emniyet û waltiyê hatin ziyaret kirin. Tûncel a ku walîtî hişyar kir wiha got: “Em polîtîka ji derveyî mezinkirina hêrsa me tiştekî din nîne.” -
YPG: Êrîşên arteşa Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê berdewam dikin
Navenda Ragihandina YPG diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike. -
Tê gotin ku artêşa Tirk li gundê Tiwês komkujî pêk aniye
Balafirên şer û topavêjên dewleta Tirk a dagirker gundê Tiwês ê li rojhilatê Bendava Şehbayê bomberdûman kir. -
Bîlançoya hefteyekê ya şerê Mûsilê
Di hefteya yekem a operasyona rizgarkirina Mûsilê de, 75 gund û bajarok hatin rizgarkirin. Her wiha 772 çete hatin kuştin û 23 çete jî dîl hatin girtin. -
Şerê Mûsilê û bêçaretiya AKP'ê -Selahattîn Erdem
Vaye kendal û bêçaretiya AKP’ê û hemû hewldanên wê yên ber bi tinebûnê ve diçin jî ji vir peyda dibin. AKP a ku bi dirûşma guherînê derket ser rê, îro li dû restorekirina pergala dewleta netewe-faşîst a li Rojhilata Navîn e ku êdî têk çûye. -
Haran û Karav li Moskowayê hatin bîranîn: Em ê li ser şopa wan bin
Gerîlaya YJA Starê Haran û şervanê YPS'ê Karav li Moskowayê hatin bîranîn. -
Li Marsîlya, Amsterdan û Fankfûrtê Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn
Li Marsîlya, Amsterdam û Frankfûrtê bi mebesta bîranîna Şehîdên Cotmehê bername hatin lidarxistin. -
Hemdaniye û Bertilla ji destê DAIŞ'ê hat derxistin
Artêşa Iraqê navçeya Hemdaniye ya li başûrrojhilatê Mûsilê û bajarokê Bertilla yê li bakurrojhilatê bajêr ye, kontrol kir. -
Li bajarê Vesteras ê Swêdê komeleya Kurdan vebû
Li bajarê Vesteras ê Swêdê, ku bi 106 kîlometreyan li rojavayê paytext Stockholmê ye, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan (NCKD-Vasteras) vebû. -
Koordînasyona Ciwanên Azad: Em bi ruhê Kobanê li dijî darbeyan li ber xwe bidin
Koordînasyona Ciwanên Azad bang li ciwanên Kurd û ciwanên sosyalîst şoreşger ên li Ewropayê kir, ku li dijî komkujiyan û darbeyên li vîna gelê Kurd hatine kirin, bi ruhê Kobanê li ber xwe bidin. -
Şehîdên Minbicê li Wûppertalê hatin bîranîn
Şervanên YPG'ê Cemal Şêxmûs, Bilind Tahir û Besan Ethem ên di 9 û 15'ê Cotmehê de li Minbicê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
Nivîskarên ji Rojhilatê Kurdistanê serhildana Simko nirxandin
Nivîskarên ji Rojhilatê Kurdistanê, li ser mijara serhildana Simko panelek bi sernavê "Serhildana Simkoyê Şikakî" lidar xistin. -
Lobîkarên AKP'ê yên li Swêdê derbeke din xwarin
Saziya ku li Swêdê alîkariya aboriyê ji koçberan re dike, biryar da ku alîkariya aboriyê nede Federasyona Swêd-Tirk a li Goteborgê, ku yek ji du federasyonên Tirk e ji bo AKP'ê lobîkariyê dike. -
Dewleta Tirk li Montpellîer û Torînoyê hat şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Montpellîer ê Fransayê û li bajarê Torîno yê Îtalyayê hat şermezarkirin. -
Şehîdên Cotmehê li gelek bajarên Ewropayê hatin bîranîn
Cangoriyên di meha Cotmehê de li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, li gelek bajarên Ewropayê hatin bîranîn. -
Sendîkayên Fransayê. Eutelsat bûye cîgirê rejîma AKP'ê
Sendîkayên rojnamevanên Fransayê SNJ, SNJ-CGT û CFDT-Joûrnalîste û Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî FÎJ/FEJ'ê daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşandin û sekinandina weşanên Med Nûçe û Newroz TV şermezar kirin. -
Li Parîsê bîranîn
Abas Ayrikan (Hakki Serhat), Abdûlmuttalîp Karakaş (Azad Amanos), Selamî Bîlîcî (Rustem Serhat),Ercan Altûn (Cesûr Riha) ên ku di enama êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji destdabûn li paytext Parîs a Fransayê bi aktivîteyekê hatin bîranîn. -
Li Arhûsê dagirkerî û girtina televîzyonan hate şermezarkirin
Li nîv-girava Jylland a Danîmarkayê girtina televizyonên Kurd, êrîşên qirker ên dewleta Tirk û dagirkeriya Rojava bi mîtîngekê hate şermezakirin. -
Ji bo azadiya Asli Erdogan çalakî
Ji ber ku daxwazanemeya sêyemîn a bi mebesta ku Asli Erdogan bêyî ku girtî be were darizandin hatibû dayin, bêyî hincetek were nîşandan hate redkirin, li Ewropa û Tirkiyê wê bi gelek çalakiyan were şermezarkirin. -
Hemdaniye ji çeteyan hate rizgarkirin
Navçeya Hemdaniye ya ku dikeve Bakurê Mûsilê, piştî şerê dijwar bi temamî hate rizgerkirin. -
Operasyona Mûsilê di roja 7’emîn de ye: Pêşdeçûn didome
Operasyona rizgarkirina Mûsilê di roja xwe ya 7’an de, dewam dike.