Nivîskarên ji Rojhilatê Kurdistanê serhildana Simko nirxandin

Nivîskarên ji Rojhilatê Kurdistanê, li ser mijara serhildana Simko panelek bi sernavê "Serhildana Simkoyê Şikakî" lidar xistin.

Enstîtuya Kurd li Stockholmê, ji bo raperîn û serhildanên Kurdan binirxîne û girîngiya van ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd bêhtir bide fêhmkirin, biryar da hin çalakiyan lidar bixe. Ya destpêkê jî di dawiya vê hefteyê de hat lidarxistin. Ev panela li ser serhildana Simko bi sernavê "Sehildana Simkoyê Şikakî" hat pêk hat.

Nivîskarên ji Rojhilatê Kurdistanê Dr. Husên Xeliqî, Prof. Cebar Qadir, Ebdullah Hîcab, Kakşar Oremar û Mecîd Heqî şert û mercên serhildana Simko, karakterên wê û bandora vê serhildanê li ser welatên herêmê û gelê Kurd nirxandin.

Ebdullah Hîcab li ser cih û girîngiya serhildana Simko di dîroka neteweyî ya Kurd de axivî û anî ziman, ku ev serhildan di roja îro de jî ji aliyê dijminên Kurdan weke îsyaneke eşqiyayê tê nîşandan û reşkirin. Hîcab da xuyakirin, ku serhildana Simko ji bo nasnameya neteweyî ya Kurdan gelekî girîng e û got, "Ji ber ku Simko (Îsmaîl Axa) di nava 4 salan de li herêmê hem dibistan vekir hem jî rojnameyeke derxist. Kurdan, Azeriyan, Yahûdiyan û Asûriyan ew herêm bi hev re bi rê ve birine. Armanca Simko netewe dewletek bû. Di destpêkê de projeyeke wî ya bi vî rengî tine bû, lê dis ala 1918'an de nêrîna avakirina dewleteke Kurd lê peyda bû. Di dîroka neteweya Kurd de gava destpêkê ya ji bo avakirina dewletê, di sala 1918'an de hat avêtin."

HETA NIHA DIJMINAN SIMKO NIVÎSANDINE

Hîcab bibîr xist, ku Îranê Simko sûcdar dikir ku bi Dewleta Osmanî re hevkarî kiriye, lê ev sûcdarî bê bingeh e, ji ber ku dayik, hevjîn û xizmên Simko ji aliyê Osmaniyan ve hatin kkuştin. Hîcab got, "Heta niha bi tenê dijminan li ser Simko nivîsandin, ew reş kirin. Mixabin rewşenbîrên kurd li ser vê tevgerê karekî akademîke nekirin. Ev yek ji bo me kêmasiyeke mezin e, ku divê were çareserkirin."

Kakşar Oremar jî sîstema perwerdeyê ya ku Simko li Ûrmiyeyê meşand û rojnameya Kurd a çap kir, vegot. Oremar da xuyakirin, ku Simko rojnameyek bi zimanê Farsî û zaravayên Soranî û Kurmancî yên Kurdî derxistiye û di vê rojnameyê de bersiv daye îdîayên Îranê yên ku ew sûcdar dikir. Oremar anî ziman, yekemîn dibistana seretayî ya bi Kurdî di 27'ê Cotmeha 1913'an de ava bû û got, "Saziyek perwerdeyê bi navê handanî hat avakirin. Di ala 1922'an de rojnameya Kurd hat çapkirin. Di wê demê de nîvê Rojhilatê Kurdistanê di destê Simko de bû. Leşkerên Îranê ji herêmê derxist. Li dijî Îranê di şer de serketî bû."

SIMKO PÊŞENGÎ JI AVABÛNA NASNAMEYA KURD RE KIR

Oremar anî ziman, li Rojhilatê Kurdistanê Simko pêşengî ji avabûna hişmendî û nasnameya neteweyî ya Kurd re kir û ragihand, ji ber vê yekê dewleta Îranê li dijî Simko dest bi kampanya reşkirinê kir.

Oremar da xuyakirin, ku li Rojhilatê Kurdistanê berê gelek serhildanên Kurdan çêbûn û wiha dewam kir: "Lê ya herî girîng serhildana Simko ye. Piştî ku birayê wî di sala 1905'an de hat kuştin, wî dest bi çalakiyên hilanîna tolê kir û bi demê re ev veguheran serhildanê."

Prof. Cebar Qadir jî di axaftina xwe de qala têkiliyên Kurdan, Asûrî-Suryanî, Yahûdî û Ermeniyan kir û anî ziman, Rûs û Îngilîzan ev têkilî ji bo bikaranîna hindikahiyan ji bo xwe bi kar anîne. 

Mecîd Heqî jî da xuyakirin, ku di dema serdestiya Simko de li Rojhilatê Kurdistanê çînên modern nebûne, lewma mercên avakirina partiyeke Kurd jî tinebû û anî ziman, tevî ku gelê Kurd bi hesreta avabûna Kurdistanê bû, zemîna vê yekê hingî tinebû.

Dr. Husên Xelîqî jî diyar kir, ji bo serketina Kurdan divê ji serhildana Simko û serhildanên din ders bê derxistin û destnîşan kir, ku di vê çarçoveyê de lazim e tevgerên Kurd yekîtiyeke neteweyî bafirînin.