ROJANE
Hemû Nûçe
-
PE biryara ‘rojnamevanên girtî berdin’ da
PE xwest ku dewleta Tirk rojnamevan û nivîskarên girtî berde. -
Çalakiyên xwedîderketina li îradeyê bi berfirehî didome
Kurd û dostên wan li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daketin kolanan. Di çalakiyan de ku AKP/Qesr hatin hişyarkirin, peyama berxwedanê hat dayîn. -
Li Londonê çalakiya xwedîderketina li Amedê
Li paytext Londonê binçavkirina hevşaredarên Amedê hat protestokirin û berxwedana Amedê hat silavkirin. -
Faşîzma AKP'ê li Sydneyê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Sydneyê dijîn, faşîzma AKP'ê şermezar kirin û banga mezinkirina rêxistiniyê kirin. -
Ciwanên Azad: Em şaredariyên xwe di nava lepên dagirkeran de nehêlin
Koordînasyona Ewropayê ya Ciwanên Azad: Divê gelê Amedê xwedî li vîna xwe derkeve, paytexta Kurdistanê li dijî dagirkeran biparêze û şaredariyên xwe di nava lepên dagirkeran de nehêle. -
Naîda Mûrad Basee û Lamiya Alî Bashar hêjayî xelata Sakharov hatin dîtin
Xelata Mafên Mirovan a Sakharov ji jinên Kurd ên Êzidî Naîda Mûrad Basee û Lamiya Ali Bashar re hate dayîn. -
Bexdayê nota da Tirkiyeyê
Wezareta Karên Derve ya Iraqê bang li Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Farûk Kaymakçi kir û li dijî hebûna leşkerên Tirk li Başîka û daxuyaniyên rayedarên Tirk nota da. -
MUB: Em bi hev re li ber xwe bidin û faşîzmê têk bibin
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn, nerazîbûneke tund nîşanî binçavkirina Kişanak û Anli da û bang li gelan û raya giştî ya cîhanê kir, ku bikevin nava tevgerê. -
Kurdên li Essenê xwedî li televîzyonên xwe derketin
Kurdên li bajarê Essenê dijîn, girtina qenalên xwe yên televîzyonê bi çalakiyekê şermezar kirin. -
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat banga xwedîderketina li şaredariyan kir
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, nerazîbûn nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Amedê da û bang li gel kir, ku xwedî li şaredariyên xwe derkeve û li dijî AKP'ê têbikoşe. -
Der barê Yuksekdag û Başaran de biryara 'anîna bi zorê'
Dadgeriya Tirk, di biryara 'anîna bi zorê' ya Yuksekdag de israr kir û têkildarî Parlamentera HDP'ê ya Êlihê de jî biryara 'anîna bi zorê' da. -
Li 4 bajarên Swîsreyê çalakiyên ji bo Amedê
Li 4 bajarên Swîsreyê bi sedan Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û ji ber binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, dewleta Tirk protesto kirin. -
Kurdên li Ewropayê xwedî li Hevşaredarên xwe derketin
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin. -
Li dijî binçavkirina Kişanak û Anli bertek zêde dibin
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û serdegirtina şaredariyê li bajarên Oldenbûrg, Dusseldorf, Hambûrg, Mannheîm û Saarbrucken ên Elmanyayê û Arnhem a Hollandayê hat protestokirin. -
Li dijî binçavkirina Kişanak û Anli nerazîbûn zêde dibin
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û her wiha serdegirtina şaredariyê li Ewropayê bi çalakiyan hat protestokirin. -
KCDK-E ji bo Amedê bang kir
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (KCDK-E) bang li gelê Kurd, dostên wan û hêzên demokrasiyê kir ku ji bo Amed û Rojava çalakiyan li dar bixin. -
Artêşa Iraqê bajarê Rûtbayê ji çeteyan paqij kir
Artêşa Iraqê da xuyakirin ku kontrola bajarê Rûtbayê bi temamî bi dest xistine. -
Li Dortmûnd û Kolnê ji bo Amedê çalakî
Êrîşên hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk a li dijî îradeya gelê Kurd li bajarên Koln û Dortmûnd ên Elmanyayê hat protestokirin. -
MSF: Li peravên Lîbyayê herî kêm 25 cenazeyên penaberan hatin dîtin
Rêxistina Doktorên Sînornenax (MSF) da xuyakirin ku di keştiyê de ku duh li peravên Lîbyayê hat rizgarkirin, cenazeyê herî kêm 25 kesî hatin dîtin. -
Dîe Lînke: Binçavkirina Hevşaredaran rêka dîktatoriyê ye
Li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, Partiya Çep a Elmanyayê daxuyanî da û got; “Ev gaveke ku ber bi dîktatoriyê ye.” -
Li Elmanya û Îtalyayê piştgirî dan Amedê
Li bajarê Dresden ê Elmanya û bajarê Roma yê Îtalyayê, ji bo Amedê çalakiya piştgiriyê li dar xistin. -
Biryara li ser doza Med Nûçe wê di 14'ê Mijdarê de eşkere bibe
Rûniştina doza li ser sekinandina weşana Med Nûçe li Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê pêk hat. Rûniştina li ser biryarê ji bo 14'ê Mijdarê hat taloqkirin. -
Di serdegirtinan de zêdeyî 40 kes hatin binçavkirin
Li Hatay, Amed û Rihayê, di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 43 kes hatin binçavkirin. -
Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên li dijî darbeya AKP'ê
Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin. Girseya gel mesaja "Vîna gel teslîm nayê girtin" dan. -
ÎHD: Bila jiyaneke din li me kêm nebe, girtiyên nexweş berdin
Komîsyona Girtîngehan a Navendî ya ÎHD'ê bi wesîleya 26'ê Cotmehê Roja Nexweşan a Cîhanê çalakiyek lidar xist. ÎHD'ê da xuyakirin, ku 905 girtiyên nexweş hene û ev bang kir: "Berî ku jiyaneke din ji me kêm bibe, girtiyên nexweş berdin."