MSF: Li peravên Lîbyayê herî kêm 25 cenazeyên penaberan hatin dîtin

Rêxistina Doktorên Sînornenax (MSF) da xuyakirin ku di keştiyê de ku duh li peravên Lîbyayê hat rizgarkirin, cenazeyê herî kêm 25 kesî hatin dîtin.

Di daxuyaniya MSF’ê de hat destnîşankirin ku duh bi keştiya bi navê Bourbon Argos xebat hatine meşandin û zêdetirî 250 penaberên ku bi 2 keştiyên penaberan derketine rê hatine rizgarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku destpêkê 11 cenazeyên penaberan hatin dîtin, piştre jî bi giştî 25 penaber di beşa jêr a keştiyê de hatine dîtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piraniya penaberan ji ber xeniqînê an jî ji ber ava jehrî ya ji madeya sotemenî û ava behra pêk tê jiyana xwe ji dest dane, bal hat kişandin ku penaberên windayî jî hene.

Bi vê daxuyaniya MSF’ê re tê ragihandin ku hejmara penaberên ku di hefteyekê de li avên mabeyna Lîbya û Îtalya jiyana xwe ji dest dane gihişt 68’an, yên windan jî 30 kes in.