Kurdên li Essenê xwedî li televîzyonên xwe derketin

Kurdên li bajarê Essenê dijîn, girtina qenalên xwe yên televîzyonê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Li bajarê Essen ê Elmanyayê, girtina televîzyonên Kurd bi hevkariya dewleta Tirk û şîrketa Eutelatê, hate protestokirin.

Kurdistaniyên ku tevlî çalakiya Çarşemê bûn, xwedî Med Nûçe û Newroz TV’yê derketin û girtina van televîzyonan protesto kirin. Di çalakiyê de girtina televîzyonên muhalîf jî hate şermezarkirin. 

Kurdistaniyan, bi pêşengtiya Meclîsa Jinên Şengalê Şehîd Berîvan ve 200 îmze kom kirin û bi rêya posteyê şandin Eutelsatê.