ROJANE
Rojnamevan Tugçe Tatarî, anî ziman ku merasîma şewitandina çekan a li Casenê, wekî destpêka serdemeke nû ye û got ku ji bo ev pêvajo bibe aştiyeke mayînde, divê dewlet gavên qanûnî bavêje û deriyên diyalogê ji bo her kesî vebike.
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna dawî ya li Mûşê de axivî û bertek nîşanî nehiştina hevdîtinan a 40 rojan a li Îmraliyê da û got: “Parlamento ji bo qanûnên çarçoveyê li benda çi disekine?”
ÎHD'ê "Rapora Şopandina Pêvajoya Aştiyê-PKK" weşand û diyar kir ku biawîkirina şer ji bo aştiyê gaveke girîng e, lê belê ji bo pêkhatina aştiya mayinde pêwîstî bi reformên berfireh heye.
Serokê baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ji bo mayindebûna pêvajoya aştiyê divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin û got, "Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin. Ji bo mayindebûna aştiyê divê gavên hiqûqî tavilê bêne avêtin.
Fîlozofê Emerîkî Michael Hardt nameyek ji Rêber Apo re şand, bal kişand ser şer û êrişkariya emperyalîst û got, "Ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin."
Hemû Nûçe
-
Balûken: Berxwedana bênavber dest pê kiriye
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken: Êdî berxwedanek bênavber dest pê kiriye. Wê bi daxuyaniyekê neqede. Heta ku operasyonên qirkirina siyasî biqedin, em ê li kolanan bin.
-
-
-
-
-
KNK: Girîng e gelê Kurd xwedî li şaredariyên xwe derkeve
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir, girtina hevşaredaran êrîşa li ser vîna xweseriya demokratîk a gelê Kurdistanê ye û got, "Divê gelê Kurd û Kurdistanî xwedî li şaredarî, temsîlkar, destketî û çeperên xwe yên têkoşînê derkeve."
-
-
-
-
HRW: Li girtîgehên Tirkiyê êşkence zêde bûne
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) têkildarî girtîgehên Tirkiyê raporek amade kir û hate ragihandin, êşkence zêde bûye û bi Rewşa Awarte re li welêt ‘atmosfera tirsê’’ serwer bûye.
-
-
BBC nîşan da: Penaberên Sûriyê li Tirkiyê xwîna wan tê mijîn
Saziya weşanê ya Îngilîz bi dîmenan nîşan da ku xwîna penaberan li Tirkiyê, ku di nav wan de zarok jî hene, ji hêla markayên mezin ve bi navbeynkariya taşeronan têne mijtin. Marks and Spencer, Asos, Zara û Mango weke markayên xwînmij balê dikişînin.
-
-
2. Doza Atilimê: Ji bo 22’yê Kanûnê hate taloqkirin
Yekm rûniştina doza ku di derbarê xebatkar û nivîskarên Rojnameya Atilimê îro hate dîtin. Rojnamevan û nivîskarên di parastina dozê de bal kişandi ser aliyê siyasî, nivîsên xwe parastin. Dadgeh taloqî 22’ê Kanûnê hate kirin.
-
-
-
Nobeta Edalet û Azadiyê didome: Cesaret wê bide qezeçkirin!
Çalakiya nobetê ya bi şiyara “Edalet û azadiyê dixwazin” ya ku li Edliyeya Çaglayanê hatî destpêkirin, ya 3’emîn hate lidarxisin. Di axaftinên ku di çalakiyê de hate kirin diyar kir ku AKP şer dixwaze lê em dev ji têkoşîna xwe bernadin.
-
-
Ji senator pêşniyarnameya li ser Med Nûçe û Newroz TV
Senatorê Fransayê Bîlloût, sekinandina weşana Med Nûçe û Newroz TV ji hikûmetê pirsî. Wezîr Harlem Desîr jî di bersiva ji bo pêşniyarnameyê de got, erka hikûmetê di vê mijarê de nîne, lê belê biryara Eutelsatê cihê fikaran e.
-
-
-
-
-
-