Parêzeran ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê pêk bînin, serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê pêk bînin, serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Mazlûm Dînç ve hat kirin. Tê payîn, danê êvarê bersiv ji serlêdanê re were dayîn.
Parezerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikarin biçin Girava Îmraliyê. Li dû hewldana darbeyê, parêzeran bi dehan caran serlê dan kirin, lê bi bahaneya Rewşa Awarte serlêdana wan nehat qebûlkirin.