Dewleta Tirk a ku li Rojavayê Kurdistanê komkujiyan dike, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin.
ANF
STOCKHOLM
çarşem, 26 kewçêrê 2016, 07:16
Xwepêşandan bi pêşengiya jinên Kurd li gara trenê ya Stockholmê pêk hat. Çalakgeran alên YPG/YPJ, PKK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li ser komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin hildan û bi qasî saetekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.
Hin ji Kurdistaniyan ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava vebêjin, ketin hundirê trenan û belavok li rêwiyan belav kirin.
DI ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ DE WÊ DEWLETA TIRK WERE ŞERMEZARKIRIN
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê û Yekîtiya Jinên Kurd Sara daxuyanî dan û diyar kirin, dewleta Tirk wezîfeya êrîşa li dijî Kobanê û Rojava ku berê dabû DAIŞ’ê niha bi xwe dike. Saziyan bang li Kurdistaniyan, dostên wan û hemû parêzvanên mafên mirovan kirin ku di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de beşdarî çalakiyan bibin û dewleta Tirk şermezar bikin.
Xwepêşandan wê 1’ê Mijdarê roja Sêşemê saet di 18:00 de li Meydana Marîtorgetê dest pê bike û çalakger wê heta meydana Medborgarplatsenê bimeşin.