ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tûncel li çalakiya aşûreyê axivî: Em bi hev re li ber xwe bidin
Li Amedê ji hêla Şaxê Komleya Pîr Sûltan Abdal ve aşûre hate dayin. Tûncel di bernameya aşûredayinê de axivî û got: ‘’Gewherê hemû baweriyan aştî ye û di heman demê de berxwedana li dijî zordaran e’’ -
Artêşa Tirk li Awûstûryayê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, dagirkerî û êrîşên artêşa Tirk ên li herêmên Efrîn û Şehbayê şermezar dikin. Li bajarên Lînz û Bregenz ên Awûstûryayê, bi vê armancê çalakî hatin lidarxistin. -
Darbeya AKP'ê ya li dijî şaredariyan li KRHXE hat nirxandin
Hevşaredara Dersîmê Altûn li KRHXE axivî û xwest, helwest li dijî darbeya AKP'ê ya li dijî Şaredarên Kurdan bê nîşandan. Ji Şaredariya Peyasê Bûcak jî got, divê jin hê bêhtir tevlî rêveberiyên herêmî bibin. -
Girtina Zarok TV û çapemeniya azad li Norwêcê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li paytexta Norwec Osloyê li hev civiyan, ku piraniya wan zarok bûn, girtina qenalên medyayê yên mûxalîf û azad, şermezar kirin. -
Neteweyên Yekbûyî xwest dema agirbesta li Yemenê bê dirêjkirin
Li Yemenê, agirbesta navbera yekîneyên artêşê yên ser bi Mansûr Hadî ku Erebîstana Siûdî destekê dide wî û Hûsî yên Şîa û hêzên ser bi Serokdewletê berê Alî Abdullah Salih qediya. -
Şehîdên Cotmehê li Wûppertalê hatin bîranîn
Şervanên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
Dewleta Tirk a dagirker li Stockholmê hate şermezarkirin
Komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Rojava tên kirin, li paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin. -
Li ber navend û şaxên Eutelsatê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, rawestandina weşanên Med Nûçe û Newroz TV li ber avahiya Eutelsatê bi çalakiya kon hate şermezarkirin. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, li Ewropayê hatin şermezarkirin
Dîktatoriya AKP'ê ku li herêmên Efrîn û Şehbayê komkujiyan dike û li Bakurê Kurdistanê qirkirinê dike, li gelek welatên Ewropayê bi meş û mîtîngan hate şermezarkirin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Zurîhê hate protestokirin
Li bajarê Zurîh a Swîsreyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Kantona Efrînê bi meşekî girseyî û mîtîngekê hate protestokirin. -
Li Parîsê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin
Li paytext Parîs a Fransayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Rojava hate protestokirin. -
Li Grazê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Rojava hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê û xaka Rojava li bajarê Graz ê Ewrûstûryayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate protestokirin. -
Ebadî bi kurt û kurmancî got: Em naxwazin Tirkiye beşdar bibe
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî, carekî din diyar kir ku ew naxwazin Tirkiye di operasyona rizgarkirina Mûsilê de cih bigirin. -
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Helsînkê hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Rojava tên protestokirin. Kurdisatanî û dostên wan li paytext Helsnîk a Fîlandiyayê kom bûn, bi çalakiyekî êrîş protesto kirin. -
Tirkiyê ziyareta wekîlên Dîe Lînke bloke kir
Hikûmeta AKP’ê qaşo qedexe rakiribû, lê dîsa jî ragihand ku wan ziyareta wekîlê Partiya Çepgir a Elman (Dîe Lînke) a Jan van Aken a ji bo Baregeha Incîrlikê bloke kiriye. -
Ciwanan li Creîlê stand vedan
Li komîna Creîl a Fransayê, di pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan de standa “Xwebûn, xweparastin” hate vekirin. -
Ji bo vekirina TV 10 wê di qada Ewropayê de dest bi kampanyayekî ya îmzeyan bikin
Saziyên Elwiyan, girtina dengê Elewiyan a bi biryarnameya Rewşa Awarte li Qada Galatasarayê protesto kirin. Ji bo vekirina TV 10 wê di qada Ewropayê de dest bi kampanyayekî ya îmzeyan bikin -
Bi çalakiyekî avahiya Şaredariya Arnhemê hate dagirkirin
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê komek çalakger ji bo protestokirina dagirkeriya hikûmeta AKP’ê bi çalakiyekî avahiya şaredariyê dagirkirin. -
Dagirkerî li Den Haagê hat şermezarkirin
Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava hat şermezarkirin. -
Rojava mohra xwe li Konferansa Aştiyê ya li Swêdê da
Rojava ya ku sîstema pirrengî û wekhev tê sazkirin mohra xwe li Konferansa Aştiyê ya li bajarê Orebro ya Swêdê da. -
AKP/Qesr bi xesp û dagirkeriyê li pey deskeftinê ye
Şaredariya Mezin a Rihayê ya AKP’ê û yên navçeyê ji bo Pirsûsê ku bi rêyên demokratîk nedikarin bi dest bixin seferber bûne. Qeymeqam jî xizmetên şaredariyê yên Wêranşar, Bozova û Xelfetiyên yên DPB’ê anîna ber rawestandinê. -
A rast DAIŞ’î ye lê niha li nav ‘OSO’yê ye
Seyf Ebubeker ku beriya dagirkeriya Cerablûsê dest pê bike di nav çeteyê Sultan Muran de bû û şefê Lîva El Hamza bû, piştî wêneyên wî ku DAIŞ’î ye niha jî qeydên wî yên vîdeoyê derketin. -
Li dijî êrîşên AKP’ê li Elmanya û Awûstûryayê çalakî
Êrîşên AKP’ê ya li dijî kantona Efrînê û tevahiya Rojava, li Elmanya û Awûstûryayê bi çalakiyan hat protestokirin. -
Qeyûmê li Dêrikê niha jî çav berdeya pereyên gel
Yekemîn xebata qeyûmê ku şaredariya Dêrikê dagir kiriye bû nelirêtî. Qeyûm hewl dide 4 trîlyon û nîvê şaredariyê bi lîstoka ‘deynan’ derbasî hesabê xwe bike. Serokê berê yê Meclîsa Şaredariyê Aktaş got; “Qeyûm dixwaze ked, heqê gel bidize.” -
Li Den Haagê êrîşên dewleta Tirk hat protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a bi ser Rojava, li bajarê Den Haag ê Hollandayê li ber Sefîrxaneya Tirk hat protestokirin.