Li ber navend û şaxên Eutelsatê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, rawestandina weşanên Med Nûçe û Newroz TV li ber avahiya Eutelsatê bi çalakiya kon hate şermezarkirin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, rawestandina weşanên Med Nûçe û Newroz TV li ber avahiya Eutelsatê bi çalakiya kon hate şermezarkirin.
Li dijî şîrketa Fransayê Eutelsat, ku li ser daxwaza dewleta Tirk weşanên Med Nûçe û Newroz TV sekinand, Kurdistaniyan ji roja Duşemê ve kon veda bûn û çalakî lidar dixistin.
Çalakiyên li ber navenda Eutelsatê ya li Parîsê û şaxên wê yên li Roma, London û Kolnê duh qediyan.
Di çalakiya kon a Kolnê de, Kurdistaniyan dan xuyakirin, ku ji bo veşartina komkujiyan qenalên Kurdan tên kirin û bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî vê rewşê şermezar kirin.
Çalakiya li vê derê ji aliyê Tevgear Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ve hat organîzekirin û meclîsên gel û saziyên herêmî 6 rojan bi dorveger çalakî meşandin. Her wiha gelek Kurdistanî jî hatin serdanê û piştgirî dan çalakgeran.
'ÇALAKIYÊN ME WÊ BIDOMIN'
Di roja dawî ya çalakiyê de, ku li ber şaxê Eutelsat ê li Kolnê hat lidarxistin, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dûîsbûrgê (NCDK-Dûîsbûrg) û TJK-E amade bûn. Hevserokê NCDK-Dûîsbûrgê Mûnzûr Aslan li vir axivî û diyar kir, ji bo nîşan bidin ku biryara Eutelsatê şaş e, wan dosyayek amade kirin û ji navenda Eutelsatê ya li Parîse re şandin.
Aslan da xuyakirin, ku desteka ji polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk re tên dayîn, destê hêzên qirkirinê xurt dike û xwest, li dijî vê yekê çalakî bên lidarxistin.
'BI BÊDENGKIRINA MEDYA ME RE DIXWAZIN ME QIR BIKIN'
Hevseroka Meclîsa Gel a Dûîsbûrgê û Berdevka Însiyatîfa Jinê Perîşan Tavag jî anî ziman, ên li pêşberî pêkanînên dewleta Tirk bêdeng dimînin, van kiryarên li dijî mirovahiyê qebûl dikin.
Tavag bang li Neteweyên Yekbûyî kir ji bo tedbîran bigire û got, "Medya me bêdeng dikin, ji ber ku dixwazin me qir bikin. Wekî din, herî dawî êrîşî Kantona Efrînê kirin û gelê me qetil kirin." Tavag destnîşan kir, gelê Kurd ne gelê berê ye û got, "Bêdengiya li pêşberî Erdogan ê tifaq bi DAIŞ'ê re kiriye, ne ya qebûlkirinê ye."
'DIVÊ HER KES LI BER RABE'
Kurditsaniyê bi navê Abdullah Amed jî got, "Azadiya çapemenî-weşanê mîna her gelî ji bo gelê Kurd jî mafek e. Nabe ku kes vî mafî ji destê me bigire. Ya ku îro li dijî gelê Kurd tê lîstin, lîstikeke qirêj e. Ewropa û Eutelsat jî hevparê vê ne. Di vê pêvajoya bêdengkirinê de êrîşên DAIŞ'ê û TC'ê yên li dijî gelê Kurdistanê zêde bûne. Lazim e her kes li pêşberî azadiya çapemeniyê bi rêzdarî tevbigere û xwedî li vê azadiyê derkeve."
'JI BO EUTELSATÊ CIHÊ ŞERMÊ YE'
Jina bi navê Heves Sevgat jî ragihand, di dema qedexeyan de komkujî zêde bûne û got, "Çapemeniya me qedexe dikin, zimanê me asîmîle dikin. Ji xwe Erdogan û DAIŞ yek in. Herî dawî xwîna gelê me yê li Rojava rijandin. Kurd bêxwedî nînin. Ev ê ji wan re nemîne û aqûbeta Erdogan jî wê mîna ya Seddam be."
Sevgat komkujiyên li Kobanê, Amed, Sûr, Cizîr û gelek bajarên din ên Kurdan bibîrx ist û bang li dewletên cîhanê yên dibêjin ew bi rêzdarî nêzî mafên mirovan dibin, kir. Sevgat da zanîn, ew ê li dijî bêdengkirina medya Kurd bisekinin û tawîzê ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nedin.