ROJANE
Rojnamevan Tugçe Tatarî, anî ziman ku merasîma şewitandina çekan a li Casenê, wekî destpêka serdemeke nû ye û got ku ji bo ev pêvajo bibe aştiyeke mayînde, divê dewlet gavên qanûnî bavêje û deriyên diyalogê ji bo her kesî vebike.
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna dawî ya li Mûşê de axivî û bertek nîşanî nehiştina hevdîtinan a 40 rojan a li Îmraliyê da û got: “Parlamento ji bo qanûnên çarçoveyê li benda çi disekine?”
ÎHD'ê "Rapora Şopandina Pêvajoya Aştiyê-PKK" weşand û diyar kir ku biawîkirina şer ji bo aştiyê gaveke girîng e, lê belê ji bo pêkhatina aştiya mayinde pêwîstî bi reformên berfireh heye.
Serokê baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ji bo mayindebûna pêvajoya aştiyê divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin û got, "Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin. Ji bo mayindebûna aştiyê divê gavên hiqûqî tavilê bêne avêtin.
Fîlozofê Emerîkî Michael Hardt nameyek ji Rêber Apo re şand, bal kişand ser şer û êrişkariya emperyalîst û got, "Ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin."
Hemû Nûçe
-
-
Salvegera damezrandina PYD'ê li Swîsreyê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn, ji bo salvegera 13. a damezrandina PYD'ê pîroz bikin şahiyek lidar xistin. Nûnerê PYD'ê yê Kobanê Zûhat Kobanê li vir axivî û got, ji bo siberoja gelên Sûriyeyê, sîstema federal nebe, nabe.
-
Berxwedan faşîzmê têk dibe - Selahattîn Erdem
'Berxwedan faşîzmê têk dibe, ne tişteke din. Grî, lawlaw, teslîmbûn û lavakarî ti tiştekî rizgar nake. Lewre gotine: Li hemberê faşîzmê bêdeng nebe, nexwe wê dor bê ser te jî. Ango panzehîra faşîzmê berxwedan e.'
-
Waliyê Dîlokê xwedî li endamê DAIŞ'ê derket
Waliyê Dîlokê Alî Yerlîkaya, ji bo endamê DAIŞ'ê Mehmet Kadîr Cebael ê di operasyona duh a polîsan de bombeya li ser xwe teqand got, "Ji bo zerarê nede cîranan, xwe li înşaeta aliyê din teqand."
-
Kampanya faks, mail û nameyan dewam dike
Li dijî şîrketa Eutelsatê, ku weşana televîzyonên Med Nûçe û Newroz TV sekinand, kampanya faks, email û nameyan a Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê, dewam dike.
-
-
Muslim: Li Sûriyeyê tenê Kurd çareseriyê dixwazin
Salvegera damezrandina PYD'ê li Kîelê hat pîrozkirin. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li vir axivî û destnîşan kir, ku tenê Kurd dixwazin xwîna li Sûriyeyê tê rijandin bê sekinandin û çareseriyek pêk were.
-
-
-
-
-
-
Li Dersimê operasyon û bomberdûman
Piştî di saetên şevê de Geliyê Pîlemûriyê ji aliyê balafiran ve hate bomberdûman kirin û şûn de, artêşa Tirk li herêmê leşker bi cih kirin.
-
-
-
Stêrk Tv îşev ji bo Şirnexê weşana taybet dike
Stêrk Tv îşev ji bo piştevaniya li gelê Şirnexê ku êrîşên qirkirinê bi ser wan de berdewam dikin, weşana taybet a ’’Kampanyaya Xûşk û Bira” dike. Desteya Weşanê bang kir da ku her kes tevlî kampanyayê bibe.
-
Li Dûîsbûrgê ji bo şehîdan bîranîn
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duîsbûrgê, di kesayeta şehîdên Hesekê bernameyeke bîranînê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê hate lidarxistin.
-
Li Stokholmê 12 gerîllayên YRK’ê hatin bîranîn
Bi pêşengtiya PJAK, 12 gerîllayên YRK ku bi awayek hovane û bi pilanên qirej ji hêla rejîma Îran û çeteyên li herêmê ve li devera Salas û Bawecanî ya girêayî Kirmaşanê hatin şehidxistin, li Stockholmê merasîmek hatin bîranîn.
-
12 gerîlayên YRK’ê li Kolnê hatin bîranîn
Di 4’ê Cotmehê de, li herêma Selasî Bawecanî ya Dalaho ya girêdayî eyaleta Kirmanşahê 13 gerîlayên YRK’ê di encama îxanetekê de jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarê Koln ê Elmanyayê hatin bîranîn.
-
-
-
-
-
Swêdê salon neda tetîkkêşên AKP'ê yên li nava medyayê
Panêla bi navê '15’ê Tîrmehê-Pişt perdeya darbeya bi xwîn' ku Yekîtiya Demokratên Tirk (EUTD), rêxistina lobiyê ya AKP’ê ya Ewropayê li Stockholmê dixwest duh pêk bîne, ji ber ku saziyên Swêdî destûr nedan ku salonê bi kar bînin hate betalkirin.
-
Li Creîlê merasîma bîranînê
Li bajarê Creîl ê Fransayê, ji bo Ayşe Kaçar û Derya Karahan ên li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.