Malbata Şamoyev wê pêşwaziya serdanên sersaxiyê bike
Malbat, dost û hevrêyên Serokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyê Mêrab Şamoyev, wê îro saet di 14:00 de li Mala Kurdan a li paytext Moskowayê pêşwaziya serdanên sersaxiyê bikin.
Malbat, dost û hevrêyên Serokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyê Mêrab Şamoyev, wê îro saet di 14:00 de li Mala Kurdan a li paytext Moskowayê pêşwaziya serdanên sersaxiyê bikin.
Serokê Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyî û yek ji endamên destpêkê yên KNK'ê Mêrab Şamoyev, duh ji ber nexweşiya kanserê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Malbat, dost û hevrêyên Şamoyev wê îro li Mala Kurdan a li Moskowayê pêşwaziya serdanên sersaxiyê bikin.
Sibe saet di 15:00 de, wê li avahiya Mala Kurdan ku zêdeyî 20 salan lê xebitî, merasîma cenaze bê lidarxistin. Cenazeyê Şamoyev wê sibeha Sêşemê saet di 10:00 de bi konvoyekê bişînin paytexta Gurcîstan Tîflîsê û li goristana malbatê were veşartin.
MÊRAB ŞAMOYEV KÎ YE?
Şamoyev di sala 1959'an de li Tîflîsê ji dayik bû. Ji fakulteya hiqûqê ya Zanîngeha Tîflîsê mezûn bû. Ji sala 1992'an û pê ve bi rengekî çalak tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurd bû. Weke yek ji endamên delegasyona Civata Dewletên Serbixwe di sala 1994'an de çû paytexta Sûriye Şamê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî ku ji Şamê vegeriya, weke rêveberê Otonomiya Federal a Neteweyî ya Çanda Kurd li Rûsyayê dest bi kar kir.
Zêdeyî 20 salan li saziyên Kurdan di asta rêveberiyê de kar kir û ji bo azadiya gelê Kurd ket nava gelek hewldanan. Şamoyev herî dawî Serokê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyî bû. Di heman demê de yek ji endamên destpêkê yên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li Federasyona Rûsyayê bû. Şamoyev ku dîplomatekî çalak ê Kurd bû, demeke dirêj di komîteya dîplomasiyê ya KNK'ê de li Rûsyayê xebitî.