BI DÎMEN

Salvegera damezrandina PYD'ê li Swîsreyê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn, ji bo salvegera 13. a damezrandina PYD'ê pîroz bikin şahiyek lidar xistin. Nûnerê PYD'ê yê Kobanê Zûhat Kobanê li vir axivî û got, ji bo siberoja gelên Sûriyeyê, sîstema federal nebe, nabe.

Salvegera 13. a damezrandina PYD'ê li Swîsreyê hat pîrozkirin. Pîrozbahî li salona dawetê ya Gerlafîngen a li Kantona Solothûrnê pêk hat û bi sedan Kurdistanî tevlî bûn. Nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Zûhat Kobanê û nûnerên Tevgera Goran û YNK'ê li pîrozbahiyê axivîn.

Salon bi alên YPG, YPJ, PYD, weneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên şervanên di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane hat xemilandin.

'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA BERXWEDANÊ YE'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Zûhat Kobanê dest bi axaftinê kir û qala têkoşîna 13 salan a PYD'ê kir. Kobanê da xuyakirin, ku Şoreşa Rojava bi dayîna berdêlên giran pêk hatiye û got, "Bingeha şoreşa Rojava, li zîndana Amedê ji aliyê Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan, li Rojava jî ji aliyê Bavê Cûdiyan ve hatiye danîn."

'SÎSTEMA FEDERAL NEBE NABE'

Kobanê da zanîn, li herêmê hêza herî mezin Kurd in û destnîşan kir, ku li Sûriyeyê sîstemeke federal nebe, nabe. Kobanê destnîşan kir, ku Kurd tevî gelên din ên li herêmê bi pêşengiya sîstema federal siberoja xwe ava dikin û got, hêzên herêmê neçar in pêşniyara sîstema federal qebûl bikin.

Li dû Kobanê, nûnerên YNK, Tevgera Goran û DEM-KURD'ê axivîn, bal kişandin ser Şoreşa Rojava û girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan bibîr xistin.

Piştî axaftinan Kurdistaniyan li ber stranên Hozan Şemdîn, Narîn Xan, Bagnîn Efrînî, Bengî Agirî, Kawa Ûrmiye, Peywan Arjîn govend gerandin.

...