ROJANE
Hemû Nûçe
-
FEDA: Ev meh ji bo elewiyan meha xwebûnê ye
FEDA, têkildarî meha Muharemê diyar kir ku ev meh ji bo Elewiyan’ meha xwebûnê’ ye û got, ‘’Gelên Elewî-Kizilbaş li dijî radestbûnê berxwedan, li dijî îxanetê serhildan hilbijartine.’’ -
Hunermendên Elewî ji bo TV 10’ê gotin: Em radest nebin!
Hunermendên Elewî, girtina TV 10 şermezar kirin, ji bo ku careke dî vebe dest bi kampanyayê kirin. Hunermendan banga berxwedanê kirin. -
Li dijî faşîzma Eûtelsat-AKP’ê nerazîbûnên navneteweyî
EFJ’ê, girtina televîzyonên Kurdan a bi hevkariya dewleta Tirk û EÛTELSAT’ê pêk hat, şermezar kir. -
Balûken: Li ser 12’ê Îlonê wê dîktatoriya Erdogan ava bikin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Idrîs Balûken diyar kir, plangeriya seroktiyê ya serweriya AKP/Qesrê tê wateya rejîma dîktatorî û got, ‘’Li ser darbeya Evren wê dîktatoriya Erdogan ava bikin.’’ -
Heyetek ji DBP'ê bi Seroka Parlamenta Katalonya re rûnişt
Heyetek ji DBP'ê li Katalonyayê bi Seroka Parlamentê Llûîs re rûnişt. -
Hekîm: Tirkiye zêdegaviyê dike
Hevgiriya Neteweyî ya Şîa, ku li Iraqê tevgera herî bi bandor a siyasî ye, xwest ku dewleta Tirk ji Iraqê derbikeve. Serokê Hevgiriyê Emmar Hekîm got, "Tirkiye zêdegaviyê dike." -
Haydar Ebadî wê çeperên şer ên li Kerkûkê ziyaret bike
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî, ji bo amadekariyên operasyona Mûsilê li cih lêkolîn bike, îro tê serdana Kerkûkê. -
TŞYG: AKP a faşîst wê hesabê komkujiyan bide
Komîteya Kurdistanê ya TŞYG'ê got, "Ji her deverê êrîş dikin û temenê xwe dirêj dikin. Êrîşa wan ji tirsa xezaba wan e. Tirsa wan jî wê were serê wan. Desthilatdariya faşîst a AKP'ê wê hesabê komkujiyên li Kurdistanê bi giranî bide." -
Demîrtaş li kongreya Syrîza axivî
Kongreya 2. a Syrîza dest pê kir. Demîrtaş tevlî kongrê bû û banga hevgirî û têkoşîna hevpar li dinyayê kir. -
Zextên AKP'ê yên li çapemeniyê, bû rojeva Parlamenta Swêdê
Girtina qenalên televîzyon û radyoyê ji aliyê AKP'ê ve, li Parlamenta Swêdê hat nîqaşkirin. -
Operasyona Mûsilê û rewşa dawî ya herêmê
Nîqaşên li ser operasyona Mûsilê û tevgera leşkerî a li herêmê dewam dikin. Ji pêr ve, artêşa Iraqê leşkeran vediguhezîne eniya Hewîja ya li aliyê Kerkûkê... -
Gerîlayên YRK'ê li Swîsreyê hatin bîranîn
Gerîlayên di 5'ê Cotmehê de li dijî artêşa Îranê şer kirin û di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê hatin bîranîn. -
Ok: Tirkiyeyê daye dû armancên dagirkeriyê yên Osmanî
Ok: Dewleta Tirk ket nava Qibrisê û jê derneket. Ket nava Başûrê Kurdistanê û qet niyeta xwe ya derketinê nîne. Berevajî, dixwaze li Başîkayê bi cih bibe û çav berdaye Mûsilê. -
Ji bo Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Gûterres hate hilbijartin
Piştî dawîbûna demê Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û şûnde li şûna Ban Kî- moon serokwezîrê berê yên Protekîzê û Komîserê Bilind ê Koçberan Antonîo Gûterres hate hilbijartin. -
Mîralay Hûsam El-Ewak Ji ASA veqetiya, beşdarî QSD’ê bû
Mîralay Hûsam El-Ewak bi daxuyaniyekî çapemeniyê diyar kir ku ji Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) veqetiyaye û başdarî refên QSD’ê bûye. -
Ji Xwendevanan ji bo AKP’ê: Em ê nebin nifşên ku bîat dike
Xwendevana Zanîngeha Stenbolê Bûse Bayram ku ji ber stîcker daliqand ji zanîngehê hate dûrxistin, li dijî vê sepanîna keyfî 2 hefte ne li ber zanîngehê di berxwedanê de ye. Xwendevanan daxuyaniya çapemeniyê dan û gotin wê bîat nekin. -
KNK û ÛIKI: Em ê Darîo Fo bidin jiyîn!
KNK û ÛIKI’yê têkildarî mirina Nivîskarê Listika Darîo Fo peyama sersaxiyê da. -
Darîo Fo jiyana xwe ji dest da
Nivîskarê Îtalyan û Antîfaşîst Darîo Fo ku sala 1997’an Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirt, jiyana xwe ji dest da. -
‘AKP, bi dirêjkirina Rewşa Awarte re dixwaze destkeftiyên xwe her demî bike’
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen têkildarî daxuyaniyên Serokwezîr Bînalî Yildirim nirxand kir û wiha got: “AKP, bi dirêjkirina Rewşa Awarte re dixwaze destkeftiyên xwe her demî bike.” -
MPKE: Êrîşên AKP’ê nayên qebûlkirin
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), da xuyakirin ku wê sepanînên li dijî gelê Kurd û mûxalefetê neyên qebûlkirin. -
Bayik: Eşîr nabin alîgirê netewe-dewletê
"Gotinên li ser navê eşîran ên heya dawiyê wê bi netewe-dewlet a Tirk re girêdayî bimînin bi tevahî derew in. Eşîrên Kurd nabe ku li cem ti dewletên dixwazin Kurdan di tevkujiyê re derbas bikin cih bigirin." -
Ofîsa Serokwezaretiya Iraqê: Li ser hebûna leşkerên Tirk ti peymanek me bi Tirkiyeyê re nîne
Ofîsa Serokwezaretiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, ku li ser hebûna leşkerên Tirk li nava axa Iraqê ti peymanek wan bi Tirkiyeyê re nîne û îdîayên Tirkiyeyê derewand. -
Li Helebê 22 sivîl hatin kuştin
Li Helebê, ji şerê navbera hêzên rejîmê û komên çete, herî zêde gelê sivîl zerarê dibîne. Di encama şer de 22 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Şamoyan: Eger têkoşîna Rêber Apo nebûya, Kurdistan wê tine bibûya
Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Cemal Şamoyan, komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got, "Eger têkoşîna 40 salan a Rêber Apo nebûya, îro ne li Rojava ne jî li Başûr destketî nedibûn. Wê Kurdistan tine bibûya." -
Parlamentera Iraqê: Divê Iraq bi rengekî qanûnî PKK'ê qebûl bike
Parlamentera Iraqê Avatûf Nema pêşnûmeyek pêşkêşî hikûmeta Iraqê kir û jê xwest, li gorî qanûnên Iraqê PKK'ê qebûl bike.