Ok: Tirkiyeyê daye dû armancên dagirkeriyê yên Osmanî

Ok: Dewleta Tirk ket nava Qibrisê û jê derneket. Ket nava Başûrê Kurdistanê û qet niyeta xwe ya derketinê nîne. Berevajî, dixwaze li Başîkayê bi cih bibe û çav berdaye Mûsilê.

Ok: Dewleta Tirk ket nava Qibrisê û jê derneket. Ket nava Başûrê Kurdistanê û qet niyeta xwe ya derketinê nîne. Berevajî, dixwaze li Başîkayê bi cih bibe û çav berdaye Mûsilê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ji kovara Der Spîegel a Elmanya re axivî û armancên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê nirxand.

Ok bal kişand ser karakterê dagirker û afirandina şer û kaosê yê dewleta Tirk û bibîr xist, ku dewleat Tirk li ser kevneşopiya Împaratoriya Osmanî ava bûye.

LI GORÎ ERDOGAN, DIVÊ SÛRIYE Û IRAQ EYALETEK TIRKIYEYÊ BE

Ok diyar kir, Împaratoriya Osmanî li sê parzemînan belav bû û got, "Erdogan di axaftineke xwe ya vê dawiyê de got, 'Lozan ji bo me serketin nîne. Lê hin derdor radibin hewl didin Lozanê weke serketinekê bi me bide qebûlkirin'. Mebesta wî ji vê yekê: Erebîstan, Sûriye, Iraq diviyabû di bin hegemonya dewleta Tirk de bûna. Erdogan bi vê axaftina xwe ve bi rengekî vekirî eşkere kir ku qîma xwe bi sînorê heyî yê Tirkiyeyê nîne. Di vê axaftina wî de zîhniyeta dagirker û hegemonîk xuya dike. Ji xwe Erdogan xwe mîna Xelîfeyê 5. pênase dike. Hewl dide kompleksa xwe ya biçûkbûnê ya li pêşberî Ewropayê bi vî rengî veşêre. Lê di heman demê de bi xweziya Împaratoriyê nêzî gelên herêmê dibe. Li gorî Erdogan divê Sûriye û Iraq mîna serdema Osmanî eyaletek ji Tirkiyeya îro be.

DEWLETA TIRK WÊ NEXWAZE JI SÛRIYEYÊ DERKEVE

Dewleta Tirk ket nava Qibrisê û jê derneket. Ket nava Başûrê Kurdistanê û qet niyeta xwe ya derketinê nîne. Berevajî, dixwaze li Başîkayê bi cih bibe û çav berdaye Mûsilê. Dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve, nûkirina armancên dagirkeriyê yên Împaratoriya Osmanî ye. Eger ketibe nava Cerablûsê, hemû planên xwe li ser derneketina ji Sûriyeyê dike. Wekî din, dixwaze li Ezaz, Bab û Reqqayê bi cih bibe û bi vî rengî weke hêzeke hegemonîk a siberoja gelên Sûriyeyê tarî dike, vîna wan dişikîne, li herêmê mayînde bibe."

DAGIRKERÎ LI DIJÎ HEMÛ GELAN E

Ok da xuyakirin, ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê ne tenê li dijî Kurdan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Cerablûs ji aliyê erdnîgarî ve Bakurê Sûriyeyê ye û di warê dîrokî de axa Rojavayê Kurdistanê, di heman demê de axa Sûriyeyê ye. Lewma ev dagirkerî li dijî Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Tirkmen û hemû civakên li herêmê hatiye kirin. Ji ber vê yekê ne Kurd, ne Ereb, ne Ermenî, ne jî Tirk vê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl dikin. Eger mirov empatiyekê bikin; eger hêzeke dagirker bê axa Elmanyayê dagir bike, wê bersiva gelê Elman çi be? Bi rengekî eşkere wê mafê xwe yê berxwedanê bi kar bîne. Wê dagirkeriyê qebûl neke. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê, mafê gelan e li ber xwe bidin. Wê vê qebûl nekin."

YA GIRÎNG JI BO DEWLETA TIRK, PÊŞÎGIRTINA LI VÎN Û STATUYA GELÊ KURD E

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser wateya dagirkeriya dewleta Tirk ji bo Kurdan û got, "Hemû polîtîkayên dewleta Tirk li ser dijminatiya li Kurdan dimeşin. Li dijî Kurdên xwedî vîna azad, her tiştî rewa dibîne. Kurd eger mîna her gelî bixwaze mafên xwe yên gelbûyînê bi kar bîne, yanî serbixwe û azad be, wê yekser bibe hedefa dewleta Tirk. Ne girîng e ev yek li kîjan parçeyekî Kurdistanê be. Ya girîng ji bo dewleta Tirk, pêşîgirtina li vîn û statuya Kurdên azad e. Me ev helwesta dewleta Tirk li Kobanê bi rengekî vekirî dît. Ji bo Kurd azad nebe, destek dan cinawirê DAIŞ'ê. Bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê ji herêmên cuda yên cîhanê di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê kirin. Bi wan êrîşî Kurdan, Êzidî, Ereb, Xiristiyan, Elewiyan, yanî êrîşî tevahiya mirovahiyê kirin. Ew parastin, perwerde kirin û destek da wan. Belgeyên van hemûyan hene. Qîma xwe bi vê jî nanîn û ji bo derbasî Ewropa û deverên din ên cîhanê bibin, derfet afirandin. Komkujiyên li Fransa, li Brukselê nabe ku ji têkiliya navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê cihê bên nirxandin. Çawa ku di asta gerdûnî de hovîtiyek dijminatiya li mirovahiyê kirin, Kurdan jî bi rûmeta xwe li ber xwe dan û bi rengekî fedayî rûmeta mirovahiyê di asta gerdûnî de parastin, şerê wê kirin."

Ok da zanîn, ku gelên Kurd, Ereb, Xiristiyan û Tirkmen bi armancên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dizanin û wê vê carê nehêlin dewleta Tirk vîna gelan bişikîne û di navbera gelan de şer derxîne.

KURD GELEKÎ BERXWEDÊR E Û DI TÊKOŞÎNA XWE DE MAFDAR E

Sabrî Ok bibîr xist, ku Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Tirkmenan di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de berdêlên gelekî giran dane û got, "Kurd di têkoşîna xwe de mafdar in. Gelekî berxwedêr e. Berxwedana li dijî neheqî, bêrûmetî û dagirkeriyê, mijareke hêzê nîne. Mijarek eleqeya xwe bi rûmetê re heye. Mafê Tirkiyeyê nîne dest li karên navxweyî yên Sûriyeyê werde. Lazim e di nava sînorên xwe de bimîne."

KURD BI BIRYAR IN HEBÛN Û AZADIYA XWE BIPARÊZIN

Ok diyar kir, Kurd, Asûrî, Suryanî, Ereb û Tirkmen dixwazin li ser axa xwe, li Rojava bi rengekî azad bijîn û işaret bi projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê kir. Ok anî ziman, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, coş, hêvî û baweriya Kurdan a ji bo avakirina sîstema federasyonê zêdetir bûye û destnîşan kir, ku li pêşberî vîna azad û demokratîk a gelan, dewleta Tirk nikare bi ser bikeve. Ok got, "Kurd ji duh ve bi biryar in hebûn û azadiya xwe biparêzin û bawer dikin, ku bi Federasyona Sûriyeya Demokratîk re tevahiya Sûriyeyê demokratîk bibe.