Zextên AKP'ê yên li çapemeniyê, bû rojeva Parlamenta Swêdê

Girtina qenalên televîzyon û radyoyê ji aliyê AKP'ê ve, li Parlamenta Swêdê hat nîqaşkirin.

Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat mijar duh xist rojeva rûniştina parlamentê û ji Serokwezîr Stefan Lofven pirsî, ku li pêşberî girtina saziyên çapemeniyê çi difikire.

Rîazat da xuyakirin, ku di nava çend mehên dawî de rejîma Tirk bêhtir otorîter bûye, qenalên televîzyonên Kurd ên li Tirkiyeyê girtiye, pêşî li têkoşîna demokrasiyê digire, azadiya çapemeniyê ji holê rakiriye û herî dawî ji ber zexta dewleta Tirk Eutelsatê qenalên televîzyonê yên Kurd ên li Ewropayê weşanê dikin, girtiye.

HIKÛMET LI HEMBÊZA ERDOGAN RÛDINÊ

Rîazat diyar kir, ji ber peymana li ser penaberan, hikûmet li hembêza Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan rûdinê û tevî vê yekê jî meraq dike bê Serokwezîr Stefan Lofven li ser mijarê çi difikire. Ji Serokwezîr pirsî, ku wê bang li Sefîrê Bilind ê Tirk bike yan na?

Lofven da xuyakirin, ku gotina 'hikûmet li hembêza Erdogan rûniştiye' şaş e û anî ziman, ew rewşa mafên mirovan û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê bi fikar in û vê yekê jî bêteredût bilêv dikin.

Lofven ragihand, meşandina têkiliyên bi welatên jê ne razî ne, girîng e û got, "Eger em temê bi welatên ku difikirin baş in têkiliyê deynin, hingî wê cîhaneke me ya cuda hebûya. Girîng e têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re nebin. Qet nebe em piştgiriyê didin rêxistinên civakî. Têkiliyên me yên bi van rêxistinan re wê Tirkiyeyê û demokrasiya wê xurt bike."

LÎNDE PIRSA NEWROZ TV LI WALLSTROM KIR

Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Çep Hans Lînde jî duh pêşnûmeyek nivîskî pêşkêşî parlamentê kir û ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Wallstrom pirsî, ku li ser dewamkirina weşana Newroz TV a li Stockholmê dixebitî, çi difikire bike? Hans Lînde ragihand, Erdogan roj bi roj bêhtir pêşî li maf û azadiyan digire.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ AZADIYA RAMANÊ YÊN LI TIRKIYEYÊ ÊDÎ SÎNOR DERBAS KIRINE

Lînde bibîr xist, ku li Tirkyeyê di hefteyên dawî de gelek qenalên televîzyon û radyoyê hatine girtin, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî azadiya ramanê sînorên welat jî derbas kirine, gihîştine Ewropayê û herî dawî di 11'ê Cotmehê de Newroz TV a li Stockholmê weşana xwe dikir, hatiye girtin.

Di vê navberê de Komeleya Zanistên Siyasetê ya Swêdê (SWEPSA) ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî ramanê û girtina rojnamevan û nivîskaran bi pêşengiya Profesor Mîchel Mîchelettî û Lars Johan Hîerta kampanya îmzeyan dan destpêkirin.

188 zanyarên siyasetê yên ji zanîngehên cuday ên Swêdê mora xwe danîn binê kampanyayê û ev 188 îmze bi nameyekê ji Sefîrê Tirkiyeyê yê li Stockholmê Kaya Turkmen re hatin şandin.

Medya Swêdê jî, cihekî berfireh dide êrîşên li Tirkiyeyê yên li dijî azadiya çapemenî û ramanê.