ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dayikên Şemiyê 'mêjûya Komara xwînê' vegotin
Dayikên Şemiyê ev bû cara 605’an ku ji bo edelatê têne cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn. -
Li Fransa û Awûstralyayê çalakiyên 'dest nede vîna min'
Êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê bi çalakiyan tên şermezarkirin. Kurdistaniyên li Fransa û Awûstralyayê dijîn, li dijî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daketin kolanan. -
Li rojavayê Mûsilê operasyon: Armanc Tel Afer e
Berdevkê hêzên Heşdî Şabî Ahmed Esedî da xuyakirin, ku ew li rojavayê Mûsilê ketine nava tevgerê û armanca wan Tel Afer e. -
'Em di bin alekê de bibin yek û hesabê ji faşîzma AKP'ê bipirsin'
Konseya Giştî ya TŞYG bang li hemû gel û hêzên bûne hedefa çeteya Erdogan û faşîzma AKP'ê kir, ku di bin alekê de bibin yek, alternatîfa xwe bafirînin û hesab bipirsin. -
Daxuyaniya HSK a li ser kampanya alîkariyê ya ji bo Şirnexê
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) da xuyakirin, ku di çarçoveya kampanya alîkariyê de ku ji bo gelê Şirnexê tê meşandin 500 hezar euro û 30 hezar dolar hatine şandin. HSK'ê diyar kir, kampanya wan wê bidome. -
Çalakiyên ji bo Kişanak û Anli dewam dikin
Êrîşên dîktatoriya AKP/Qesrê yên li dijî rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê û operasyona dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin. -
Boksorê Kurd Ozen çû serdana qadên gerîla
Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen ê di sîkleta navîn de bû şampiyonê Elmanyayê, çû serdana Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê. Nivîsa Ozen a li ser vê serdanê di rojnameya Dîe Welt de hate weşandin. -
Çeteyên AKP/MÎT’ê 2 sivîl li Şêx Meqsûdê birîndar kirin
Di encama êrîşên komên çete de li Taxa Şêx Meqsûdê 2 sivîl birîndar bûn. -
Qetlîamên AKP’ê yên li Rojava ji Wezîrê Karên Derve yê Swêdê re hat pirsîn
Bomberdûman û qetlîamên dewleta Tirk ên bi ser şervan û gelê sivîl ê li Rojava de anîne, bi pêşnûmepirsekê ket rojeva Parlamentoya Swêdê. -
Parlamenterên Swîsreyî têkîldarî Amedê hişyarî dan AKP’ê
Parlamenterên Swîsreyê ji ber binçavkirina Kişanak û Anli bi awayekî tund nerazîbûnên xwe anîn zimên, dengê xwe li AKP’ê kirin û banga liv û tevgerê li dezgehên navneteweyî kirin. -
Li Brîghtonê faşîzma AKP’ê hat protestokirin
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hat protestokirin. -
Ciwanên Kurd li Meclîsa Swêdê çalakî li dar xistin
Ciwanên Kurdistanî li Meclîsa Swêdê çalakî li dar xist, li dijî bêdengiya li beramberî faşîzma AKP’ê nerazîbûn nîşan dan. -
Li Marsîlyayê konferansa Kurd: Ji wan nehat ku îradeya gel teslîm bigirin
Li Marsîlyayê, di konferansekê de komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin nirxandin. -
Li Heîlbronnê çalakiya protestoyî: Dest nede îradeya min!
Kurdistaniyên li bajarê Heîlbronnê dijîn, êrîşên AKP'ê yên li ser îradeya gelê Kurd protesto kirin. -
Çete fuzeyan davêjin taxa Şêx Meqsûdê
Çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê bi fuzeyan êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin. -
Erdogan li ber Parlamenta Yewnanîstanê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li paytexta Atînayê dijîn, rejîma Erdogan şermezar kirin. -
Li Japonyayê piştgirî ji Amedê re hat dayîn
Kurdistaniyên li paytext Tokyoyê dijîn, binçavkirina Kişanak û Anli protesto kirin û berxwedana gel silav kirin. -
KCDK-E: Em ê bi berxwedana bênavber rê nedin faşîma AKP-DAIŞ'ê
KCDK-E: Weke TJK-E, KCDK-E, HDK-E û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, me 28-29'ê Cotmehê li gelemperiya cîhanê weke rojên çalakiyan îlan kirin. Em bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin. -
Parlamenterên SP: Tirkiye mafên bingehîn binpê dike, YE çima bêdeng e?
Parlamenterên SP ên Kantona Baselê Ûrsûla Metzger û Edîbe Golgelî diyar kirin, dewleta Tirk qanûnên hiqûqa navneteweyî ji nedîtî ve tê û bêdengiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li pêşberî vê yekê rexne kirin. -
Li gelek bajarên Ewropayê ji bo Kişanak û Anli çalakî hatin lidarxistin
Li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. -
Inter- Parliamentary Union: Wekîlên HDP’ê di talokeyê de ne, nayê qebûlkirin
Inter- Parliamentary Union (IPU), bi zimanekî tund dewleta Tirk rexne kir, destnîşankir ku hewldana bêdengkirina wekîlên HDP’î nayê qebûlkirin. -
NY: Pêwîst e ku Kurd li ser maseyê bin
Nûnerê Berpirsê Pêşketinê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Moîses Venacîo got; “Dibe ku siberoja Sûriyeyê federalîzm be û em dibêjin pêwîst e Kurd li ser maseya muzakereyê cih bigirin.” -
Operasyona Mûsilê: 900 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê 10 roj li pey xwe hişt, hat ragihandin ku heta niha nêzî 900 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin. -
Ciwanên Kurd li Londonê panela AKP’ê dan betalkirin
Ciwanên Kurd li paytext Londonê tevlî panela ku Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Eker bûn û dan betalkirin. -
Binçavkirin û girtinên bi fermana Qesrê didomin
AKP/Qesr li dijî gelê Kurd operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.