Li Brîghtonê faşîzma AKP’ê hat protestokirin

Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hat protestokirin.

Di çalakiyê de ku ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sûssex hat lidarxistin, li ser polîtîkayên faşîst a dewleta Tirk ku li Bakurê Kurdistanê li dijî îradeya gel pêk tîne hat rawestandin.

Di çalakiyê de bi belavokan Brîtanyayî hatin agahdarkirin ku hikûmeta AKP’ê bi zorê şaredariyên Kurdan desteser dikin, nûnerên bi îradeya gel hatine hilbijartin binçav dikin û digrin.

Di belavokê de her wiha bang li sazî, partî, parlamentoyên navneteweyî, Yekîtiya Ewropay û Neteweyên Yekbûyî tê kirin ku li beramberî van êrîşên li dijî îradeya gelê Kurd bêdeng nemînin.