Êrîşên dîktatoriya AKP/Qesrê yên li dijî rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê û operasyona dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 29 kewçêrê 2016, 07:10
Êrîşên dîktatoriya AKP/Qesrê yên li dijî rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê û operasyona dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.
OSLO: Kurdistaniyên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, tevî dostên xwe li Stasyona Trenê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li ser navê Kurdên Ciwan ku organîzasyona ciwanên Kurd ên li Norwêcê ye, Andam Aso Azîz axivî û got, "Tirkiye ya bi serkêşiya Erdogan, li du parçeyên Kurdistanê yanî li Rojava û Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan şerekî leşkerîd imeşîne. Niha jî li Başûrê Kurdistanê dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe û Kurdan qels bike. Welatên Ewropayê jî li pêşberî vê polîtîkaya bi xwîn a Tirkiyeyê bêdeng in. Kurd li Rojhilata Navîn neteweya herî demokratîk û pêşketî ye."
MULHOÛSE: Li bajarê Mulhoûse yê li herêma Alsace ya Fransayê, bi pêşengiya Ciwanên Azad çalakiyek hate lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Jinê ya Zîn destek dan çalakiyê û binçavkirina Kişanak û Anl, komkujî û polîtîkaya dagirkeriyê ya dewleta Tirk hatin şermerzarkirin. Di çalakiyê de gelek belavokên li ser mijarê hatin belavkirin.
CREÎL: Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli li ber Gara Trenê ya bajarê Creîl ê Fransayê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de ku bi pêşengiya Ciwanên Azad pêk hat, çalakgeran bang li raya giştî ya Fransayê kirin ku li ber şer, dagirkerî û polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan rabe. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan, destekvanê wî Ewropa" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
EVRY: Bi pêşengiya Ciwanên Azad li bajarê Evry ê Fransayê li ber avahiya Şaredariyê mîtîngek hate lidarxistin. Piştî ku li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan agahî hat dayîn, çalakî bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Kurdistan wê bibe goristana faşîzmê" qediya.
MONTPELLÎER: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Montpellîer ê Fransayê û derdora wê dijîn, danê êvarê li Parka Peyroû li hev civiyan û dewleta Tirk şermezar kirin. Bi qasî 500 çalakger ber bi meydana Comedî ve meşiyan û li ser binçavkirin, girtin û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, belavok belav kirin. Piştî meşê li vê qadê mîtîngek hat lidarxistin.
NANTES: Li bajarê Nantes ê li rojavayê Fransayê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer û Komeleya Jinê Zîn, Kurdistanî û dostên wan ji Place du Commerce meşiyan. Di demê de wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hildan. Çalakî piştî qîrîna dirûşmên bi Fransî û Kurdî qediya.
ÎNNSBRÛCK: Li paytexta eyalet Tîrol a Awûstûryayê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi heman armancê çalakiyek lidar xist. Dener Dersîm li qada çalakiyê bi zimanê Elmanî axivî, bal kişand ser bêhiqûqiya li Tirkiyeyê tê kirin û destnîşan kir, ku li Tirkiyeyê dîktatorî heye. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kazim Aigrî jî destnîşan kir, ku li ku dibe bila bibe lazim e çalakiyên li dijî zilmê werin mezinkirin.
TORONTO: Li bajarê Toronto yê Kanadayê, binçavkirina hevşaredaran li ber Konsolosxaneya Tirk hate şermezarkirin. Gelek dostên Kurdan ên Kanadayî jî beşdarî çalakiyê bûn.
SALZGÎTTER: Faşîzma Qesr/AKP'ê li meydana Am Monûment a taxa Lebenstedt a bajarê Salzgîtter ê Elmanyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de berxwedana li Amedê hat silavkirin. Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" qediya.