Ciwanên Kurd li Meclîsa Swêdê çalakî li dar xistin
Ciwanên Kurdistanî li Meclîsa Swêdê çalakî li dar xist, li dijî bêdengiya li beramberî faşîzma AKP’ê nerazîbûn nîşan dan.
Ciwanên Kurdistanî li Meclîsa Swêdê çalakî li dar xist, li dijî bêdengiya li beramberî faşîzma AKP’ê nerazîbûn nîşan dan.
Endamên Ciwanên Azad li Meclîsa Swêdê ya li paytext Stockholmê çalakiyek protestoyî li dar xistin.
Ciwanên Kurd ên ku bêdengiya li beramberî Kurdistanê protesto kirin, piştî ketin meclîsê axivîn. Ciwanan bal kişandin ser ew şerê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne, binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û her wiha dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava şermezar kirin.
Koma ku ji 7 kesan pêk dihat piştî ji hêla polîsan hatin binçavkirin, dîsa hatin berdan.