Daxuyaniya HSK a li ser kampanya alîkariyê ya ji bo Şirnexê

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) da xuyakirin, ku di çarçoveya kampanya alîkariyê de ku ji bo gelê Şirnexê tê meşandin 500 hezar euro û 30 hezar dolar hatine şandin. HSK'ê diyar kir, kampanya wan wê bidome.

Heyva Sor a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, ku di çarçoveya kampanya alîkariyê de ku ji bo gelê Şirnexê tê meşandin 500 hezar euro û 30 hezar dolar hatine şandin. 

Heyva Sor a Kurdistanê bibîr xist, ku di nava salekê de ji ber êrîşên li derveyî mirovan ên dewleta Tirk li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê kir, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan û gelek navçe wêran bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi taybet li Farqîn, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Silopî, Hezex û Kerboranê ji ber qedexeya derketina kolanan ku bi mehan dirêj kir, bi deh hezaran kes ji mafên xwe yên jiyan bê par hatin hiştin. Malên wan hatin şewitandina û neçarî koçberiya bi darê zorê hatin kirin.

Yek ji deverên ku herî zêde bandora êrîşên dewleta Tirk lê bû bajarê Şirnexê ye.

Li gel qedexeya derketinê ya 8 mehan dewam dike, 9 taxên bajêr hatin wêrankirin û di rewşa heyî de jî, hêzên dewleta Tirk malên Şirnexiyan hildiweşîne

Ji ber dijwariya êrîşên dewleta Tirk 4 hezar û 700 malbatên Şirnexê neçar man ku li gund û deverên derdorê bicih bibin û jiyana xwe di nava şertên giran de birêve bibin.
Beriya çend rojan, li herêma Avgamasya, konên Şirnexê li wan bicih bibûn, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin hilweşandin."

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir, ku li hemberî vê rewşa kambax ya li Şirnexê, saziya Heyva Sor a Kurdistanê 28’ê Îlonê kampanya alîkariya lezgîn dest pê kir.

Rêveberiya Heyva Sor da zanîn ku weke gava pêşî 500 hezar Euro û 30 Hezar Dolar ên hatin berhevkirin, ji bo xelkê Şirnexê şandine.

Rêveberiyê ragihandin ku bi hatina demsala zivistanê wê jiyana Şirnexiyan hê zortir bibe û ji ber vê yekê bang li Kurdistaniyên Ewrûpayê kir da ku hê zêdetir destekê bidin kampanya alîkariya Şirnexê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka êrîşên dewleta Tirk li hemberî bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, Heyva Sor a Kurdistanê heta niha 3 Mîlyon û 507 hezar Euro û 30 hezar dolar alîkariya madî şandiye..