Li Fransa û Awûstralyayê çalakiyên 'dest nede vîna min'

Êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê bi çalakiyan tên şermezarkirin. Kurdistaniyên li Fransa û Awûstralyayê dijîn, li dijî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daketin kolanan.

Êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê bi çalakiyan tên şermezarkirin. Kurdistaniyên li Fransa û Awûstralyayê dijîn, li dijî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daketin kolanan.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya Meclîsa Marîgnane li balafirgehê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi qasî 40 deqeyan dewam kir û dirûşmên "Ji Rêber Apo re azadî", "Dest nede vîna min", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" lê hatin qîrîn.

Çalakgeran li vê derê daxuyanî dan û gotin, divê ti Kurd li pêşberî êrîşên AKP/Qesrê bêdeng nemînin.

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Vîctorîa li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan. Çalakgeran êrîşên qirkirinê yên bi fermana Erdogan/AKP'ê tên kirin, şermezar kirin.

Endamê Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re Prof. John Tûlly jî xwest, zordariya li Tirkiyeyê derhal biqede. Tûlly ji hikûmeta Awûstralyayê xwest, helwestê li dijî Tirkiyeyê nîşan bide û got, ew ê timî destekê bide karê Kurdan.

...