Qetlîamên AKP’ê yên li Rojava ji Wezîrê Karên Derve yê Swêdê re hat pirsîn
Bomberdûman û qetlîamên dewleta Tirk ên bi ser şervan û gelê sivîl ê li Rojava de anîne, bi pêşnûmepirsekê ket rojeva Parlamentoya Swêdê.
Bomberdûman û qetlîamên dewleta Tirk ên bi ser şervan û gelê sivîl ê li Rojava de anîne, bi pêşnûmepirsekê ket rojeva Parlamentoya Swêdê.
Di pêşnûmeyê de ku Parlamenter Markus Wîechel anî rojevê, hat bibîrxistin ku dewleta Tirk demek dirêj e bi çekên giran êrîşê dibe ser hêzên Kurd ên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirine û wiha dewam kir;
“Tirkiye bi yekîneyên xwe yên leşkerî ve ji bo destekê bide komên Îslamîst ên li dijî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê şer dikin, bi awayekî eşkere ket Sûriyeyê. Li Bakurê Sûriyeyê, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ne tenê komek laîk e, her wiha ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê xwînî jî kariye agirbestê bi rejîmê re deyne. Wek cudahiya ji komên din jî ji bo wekheviya jin û mêr şer dikin, piraniya leşkerên wê jî ji jinan pêk tê.”
Wîechel got bê guman e ku Tirkiye destekê dide komên çete yên girêdayî El Kaîde û Birayên Misilman, ji Margot Wallstrom a ku îdîa dike polîtîkayek femînîst dide meşandin pirsî ku ji bo li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkevin û destekê bidin ew komên ku Tirkiye êrîşê dibe ser wê çi bikin.