Dayikên Şemiyê 'mêjûya Komara xwînê' vegotin

Dayikên Şemiyê ev bû cara 605’an ku ji bo edelatê têne cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn.

Dayikên Şemiyê ev bû cara 605 li Meydana Galatasarayê ji bo edelatê têne cem hev. Di çalakiyê de Wekîla HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, wekîlê Stenbolê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Şaredarê navçeya Pulur a Dersîmê Fatîh Mehmet Maçoglu jî amade bûn.

Di çalakiyê de li aqûbeta Ridvan Karakoç hate pirsîn ku 20’ê Sibata 1995’an ji hêla hêzên dewleta Tirk piştî ku hatibû binçavkirin, hatibû nebedîkirin.

KAYA: EM Ê BIBIN BERDEVKÊ HEQÎQETÊ

Wekîla HDP’ê Huda Kaya di çalakiyê de gotinên Wezîrê Karê Hundir Midûrê Emniyetê yê Berê Mehmet Agar ên têkildarî nebedîkirinê û kuştinên kiryar nediyar bi bîr xist û got, "Di serî em dayik em ê hewl bidin ku bibin berdevkê heqîqetê."

DAYIK TORAMAN: DEWLETÊ KUŞT

Nameya Huseyîn Toraman, Hatîce Toraman di çalakiyê de hate xwendin, ku ji ber sedema nexweşiyê nikarîbû tevlî çalakiyê bibe. Di nameya dayika Torman de hate gotin, kurê wê ji hêla şebekaya kuştinê ya dewletê ve hatiye revandin û kuştin û wiha got, "Yezîd bi devê xwe dibêje zarokên me kêr jî nexistine destê xwe" û bi berdewamî pirsî, "Li vê dewletê edelat nîn e?" Dayik Toraman got, heta bi hilma dawî ew ê li kurê xwe bigere.

XWIŞKA TORAMAN: MÊJÛYA BI XWÎNÊ YA KOMARÊ

Xwişka Toraman Sakîne Torman got, "Ev mirovên spehî ji hêla Agar ve hatin qetilkirin. Dema ku ew Midûrê Emniyetê bû Hasan Ocak hate nebedîkirin. Ji vê berbiçavtir wê çi bibe? Ez behsa kîjanê bikim? Behsa Fehmî Tosun an birayê xwe?" Toraman got ew mamoste ye û ew dîroka komarê ji zarokan re nabêje û wiha got: "Niha ez ji vir mêjûya komarê bibêjim. Li Dayikên Şemiyê binerin, mêjî ji vir dest derbas dibe. 1991’an Mustafa Suphî û hevalên wî hatin qetilkirin. 1937’an li Dersîmê Seyid Riza û hevalên wî hatin darvekirin û goreke wan jî  nîn e. 1948’an Sabahattîn Alî hate nebedîkirin, li 80’yî Hayrettîn Eren, li 90’î Huseyîn Toraman û bi dehan jê. Bi hijmartinê naqedin. Dîroka ku bi xwînê tije ye ji vir bixwînin. Dîroka komarê, ya kiryarên nediyar, nebedîkirinan, înfazên bê daraz."

ÇÎROKA TORAMAN

Ayşe Panûş ku daxuyaniya çalakiyê ya Dayikên Şemiyê da, got, "27’ê Cotmeha 1991’an, berê sibehê li ber malê, li ber çavê şêniyên taxê, kesên bi çek, bi bêtêlê, bi cil û bergên sivîl, bi plakaya Toros a Spî ya bi plakaya 34 ATZ ew siwar kirin û revandin. Hevsera Huseyîn ji pencereya mala xwe bû govanê vê."