Boksorê Kurd Ozen çû serdana qadên gerîla
Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen ê di sîkleta navîn de bû şampiyonê Elmanyayê, çû serdana Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê. Nivîsa Ozen a li ser vê serdanê di rojnameya Dîe Welt de hate weşandin.
Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen ê di sîkleta navîn de bû şampiyonê Elmanyayê, çû serdana Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê. Nivîsa Ozen a li ser vê serdanê di rojnameya Dîe Welt de hate weşandin.
Ozen bi pêşengên têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bi gerîlayên HPG'ê re rûnişt û bangên yek ji damezrînerên PKK'ê Riza Altûn ên li Elmanya û welatên Ewropayê parve kir.
Boksorê Kurd ê Dersîmî, roja 10'ê Cotmehê tevî rojnamevan Erdal Er û Celal Başlangiç çû bajarên Başûrê Kurdistanê û ji wir jî derbasî çiyayê Qendîlê bû. Ozen çavdêriyên xwe û nêrîna PKK'yiyan di rojnameya Dîe Welt de bi nivîsek bi sernavê 'Fermandarekî PKK'ê ev got' parve kir.
Ozen da xuyakirin, ku wî bi gelek gerîlayên HPG'ê re hevdîtin kiriye, ku yek jê ji damezrînerên PKK'ê Riza Altûn e û li ser vê serdana xwe got, "Min zanîbû ku çûyîna boksorekî tevî rojnamevanan ji bo Başûrê Kurdistanê, wê bandoreke cuda bike. Lê belê ji pîşeyê wêdegir, ya girîng weke şexs mirov ji bo çi angaje dibin: Ji bo aştiyê. Min hewl da vê bikim."
'GELÊ BAŞÛR, DAIŞ Û ERDOGAN WEKE BERPIRSYARÊ PIRSGIRÊKÊN ABORIYÊ DIBÎNE'
Ozen anî ziman, beriya çûyîna qadên gerîla, ew li bajarên Başûrê Kurdistanê geriya ye û ragihand, otel û kolanên beriya niha bi çend salan bi tûrîstan dagirtî bûn, niha vala ne.
Ozen da zanîn, gelê Başûr çeteyên DAIŞ'ê û 'dewletan' weke berpirsyarên pirsgirêkên aboriyê dibîne û wiha dewam kir: "Dema mirov dipirsin ku 'kîjan dewletan' berpirsyar dibînin, bi giranî bersiva 'Erdogan' didin. Navê Erdogan li vê derê berî Tirkiyeyê tê bilêvkirin."
Îsmaîl Ozen bal kişand ser serdana xwe ya li qadên gerîla û bibîr xist, li vê herêma ku bi deh hezaran gundî lê dijîn, bi sedan sivîl ji ber bomberdûmana Tirkan jiyana xwe ji dest dane. Boksorê Kurd da xuyakirin, ku piştî 8 gundiyên Kurd li gundê Zergelê di 1'ê Tebaxa 2015'an de ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin kuştin, ew çû herêmê û got, tevî ku sporvan e jî zehmetî dikişand bi gerîla re li vî çiyayê dijwar bimeşe. Ozen ji bo vê rewşê jî got, "Xuya ye vîneke gelekî xurt a van mirovên ciwan heye."
ALTÛN: DIVÊ EWROPA NEBE ESÎRÊ POLÎTÎKAYA PENABERAN A TIRKIYEYÊ
Îsmaîl Ozen bal kişand ser hevdîtina xwe bi yek ji kadroyên destpêkê yên PKK'ê û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn û diyar kir, Altûn armancên PKK'ê, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û nêzîkatiyên dewleta Elman nirxand. Ozen qala gotinên Altûn û bendewariyên ji gelê Elman kir û destnîşan kir, li Mûsilê ku hê jî operasyon dewam dike, çareseriya herî xurt modela demokratîk a PKK'ê ye.
Ozen da xuyakirin, ku Riza Altûn gotiye; DAIŞ dijminê mirovahiyê ye, gerîlayên Kurd li Kerkûk, Şengal, Mexmûr û gelek herêmên din bi sed hezaran mirov rizgar kirine, lê belê tevî vê yekê jî çek ji pêşmergeyan re hatiye dayîn û PKK jî hatiye înkarkirin. Altûn di vê hevdîtinê de ragihand, divê polîtîkaya hikûmeta Elman a li ser PKK'ê ji nû ve bê nirxandin, bê guhertin û destnîşan kir, ku lazim e serî li ber polîtîkayên şantajê yên Tirkiyeyê, yên mîna polîtîkaya bikaranîna penaberan, serî neyê tewandin.
'NE TENÊ JI TIRKIYEYÊ RE, BILA ALÎKARÎ JI PENABERÊN LI ROJAVA RE JÎ BÊ DAYÎN'
Li gorî nivîsa Ozen, Altûn diyar kir, Erdogan êrîşî nirxên demokratîk û gerdûnî dike, zerarê dide rêbaza jiyanê ya demokratîk û bi polîtîkaya xwe ya li ser penaberan Ewroa kiriye 'esîr'ê xwe. Altûn destnîşan kir, ku Ewropa ji ber vê yekê nikare têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re şermezar bike û got, "Ewropa li pêşberî şerê li dijî Kurdan tê meşandin, bêdeng e. Cîhana rojava nikare li pêşberî Erdogan nirxên xwe biparêze."
Boksorê Kurd ê şampiyon Îsmaîl Ozen da xuyakirin, ku Altûn rexne kiriye ji ber ku alîkariya li penaberên li Tirkiyeyê tê kirin, li penaberên li Rojava nayê kirin. Ozen herî dawî anî ziman ku Altûn bang li Elmanyayê kiriye ji bo qedexeya li ser PKK'ê rake û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bikeve nava hewldanan.