Li rojavayê Mûsilê operasyon: Armanc Tel Afer e

Berdevkê hêzên Heşdî Şabî Ahmed Esedî da xuyakirin, ku ew li rojavayê Mûsilê ketine nava tevgerê û armanca wan Tel Afer e.

Berdevkê hêzên Heşdî Şabî Ahmed Esedî diyar kir, operasyona li eniya rojava danê vê sibehê dest pê kiriye û destnîşan kir, ku armanca operasyonê rizgarkirina Tel Afer e.

Ahmed Esedî got, "Heta serketinê em ê vê operasyona xwe ya li eniya rojavayê Mûsilê bidomînin. Tel Afer û hemû navçeyên li vê herêmê wê ji aliyê hêzên Heşdî Şabî ve werin rizgarkirin. Ya em ê DAIŞ'ê bişînin cihê jê hatiye, yan jî em ê wan bixin binê erdê."