'Em di bin alekê de bibin yek û hesabê ji faşîzma AKP'ê bipirsin'
Konseya Giştî ya TŞYG bang li hemû gel û hêzên bûne hedefa çeteya Erdogan û faşîzma AKP'ê kir, ku di bin alekê de bibin yek, alternatîfa xwe bafirînin û hesab bipirsin.
Konseya Giştî ya TŞYG bang li hemû gel û hêzên bûne hedefa çeteya Erdogan û faşîzma AKP'ê kir, ku di bin alekê de bibin yek, alternatîfa xwe bafirînin û hesab bipirsin.
Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) da xuyakirin, ku welat ketiye nava şerekî topyekûn û got, "Yekane berpirsyarê vî şerê ku ne diyar e li hundir û derve encameke çawa derxîne, çeteya Erdogan û faşîzma AKP'ê ye. Bûyerên diqewimin bi rengekî vekirî nîşan didin ku gelên me ber bi rewşeke hê xeteretir tê birin."
Konseya Giştî ya TŞYG'ê diyar kir, komkujî û êrîşên topyekûn ên ji aliyê desthilatdariya Erdogan/AKP û koalîsyona wê faşîzma MHP'ê ve tên kirin, roj bi roj zêde dibin û wiha dewam kir: "Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn veguherîne gola xwînê. Artêşa Tirk ala çeteyan ji wan girtine û bi ketina nava axa Cerablûsê re pêvajoyeke dagirkeriyê daye destpêkirin. Faşîzm her wiha parçeyek ji şerê herêmî yê faşîzmê, di 'plana dagirkirina Mûsilê' de jî xwe nîşan dide. Operasyonên li Kurdistanê hatine destpêkirin, dewama heman polîtîkayan e."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, darbeya AKP'ê şerekî topyekûn li ser gelan ferz dike û bal hat kişandin ser konsepta nû ya êrîşan a bi biryarnameyan tê meşandin.
Konseyê diyar kir, çeteya Erdogan û AKP'ê ji aliyê stratejîk ve gelekî qels in û got, "Ji ber ku ji bilî rijandina xwînê, rondikên çavan, zilm û şer tiştekî ku ji gelên me re bîne nîne. Di siberoja wan de nokeriya ji bo emperyalîzmê, neolîberalîzm, olperestî-paşverûtî û dijminatiya li neteweya Kurd, hemû gelan, jin û ciwanan heye."
BANGA LI KARKER, KEDKAR, JIN Û CIWANAN
Di daxuyaniya Konseya Giştî de ev bang hat kirin: "Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, bang li hemû gel û hêzên bûne hedefa çeteya Erdogan û faşîzma AKP'ê dike, ku di bin alekê de bibin yek, alternatîfa xwe bafirînin û hesab bipirsin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku divê gel ti çeperên xwe neterikînin, xwedî li radyo, televîzyon, rojname, şaredarî û nûnerên xwe yên hilbijartî derkevin û mafên xwe yên qezenc kiriye, ji desthilatdariyê re nehêle. Pêwîste li qadên xwe yên jiyanê, parastina xwe bi rêxistin bikin û her tax û kargehan veguherînin çeperên berxwedanê."
TŞYG'ê bang li karker, kedkar, civaka Elewî, jin, ciwan, neteweya Kurd û hemû bindestan kir, ku di bin alekê de rabin ser piyan, li çiyê bi gerîla, li bajaran jî bi 'Hêzên Berxwedanê yên Yekbûyî' re hesab ji faşîzmê bipirsin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Divê gelên me bi ruhê milîtanî yê serhildanên Gezî, Hezîranê û 6-8'ê Cotmehê rabin ser piyan."