Parlamenterên Swîsreyî têkîldarî Amedê hişyarî dan AKP’ê
Parlamenterên Swîsreyê ji ber binçavkirina Kişanak û Anli bi awayekî tund nerazîbûnên xwe anîn zimên, dengê xwe li AKP’ê kirin û banga liv û tevgerê li dezgehên navneteweyî kirin.
Parlamenterên Swîsreyê ji ber binçavkirina Kişanak û Anli bi awayekî tund nerazîbûnên xwe anîn zimên, dengê xwe li AKP’ê kirin û banga liv û tevgerê li dezgehên navneteweyî kirin.
Li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ji Swîsreyê jî nerazîbûn hatin.
Parlamenterên Kantona Baselê yên Partiya Sosyalîst (SP) Mûstafa Atici, Edîbe Golgelî, Ûrsûla Metzger û Wekîla SP a St. Gallenê Claûdîa Fîedlî têkîldarî mijarê daxuyanî dan, di serî de hikûmeta Swîsre, banga liv û tevgerê li hêzên navneteweyî kirin.
‘HILBIJARTIYÊN KURDAN BI AWAYEKÎ NEHIQÛQÎ TÊNE GIRTIN’
Mûstafa Atici, Edîbe Golgelî, Ûrsûla Metzger di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku hikûmeta AKP’ê hewldana darbeyê ji bo xwe kiriye firsendek, li dijî wekîl û hevşaredarên HDP’î êrîşek mezin daye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Di demên dawî de dezgehên weşan û çapemeniya Kurd, bi êrîşan hatin girtin. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin. Agahî tên ku li girtîgehan êşkence, destdirêjî çêdibin” û hat destnîşankirin ku divê dewleta Tirk li beramberî azadiyên îfadeyê û mafên bingehîn ên mirovan rêzdar be.
Parlamenteran bang li hikûmeta Swîsreyê kirin û gotin; “Em dixwazin ji bo ewlehiya canê siyasetmedarên ku li Tirkiyeyê zext li wan tê kirin, li Konseya Wezîran a Swîsreyê têkîldarî mijarê tevdîrên lezgîn pêk werin. Li ser vî esasî divê ji bo kesên ku li Tirkiyeyê jiyana wan di xeteriyê de bin, Swîsre mafê serlêdanê an jî mafê bicihbûna li sefaretxaneyê Swîsreyê bide.”
‘LI TIRKIYEYÊ DAWÎ LI HIQÛQÊ HATIYE!’
Parlamentera SP a Kantona St. Gallenê Claûdîa Frîedlî jî di daxuyaniya xwe de ku bi serenavê “Li Tirkiyeyê dawî li hiqûqê hat” ziyareta xwe ya Amedê bi bîr xist, got dîtiye ku dewleta Tirk şerekî çawa li Kurdistanê dimeşîne.
Frîedlî diyar kir ku dewleta Tirk li dijî nasnameyên cuda bi awayekî eşkere operasyonên paqijkirinê dimeşîne.
Frîedlî got ku hikûmeta Erdogan bi ti awayî ji nasnameyên cuda re ne rêzdar e, îfade kir ku li Tirkiyeyê hiqûq nayê hesibandin, her ku diçe tundî hê zêdetir dibe.
‘DIVÊ LIV Û TEVGER ÇÊBIBE’
Frîedlî bal kişand ser serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê ya Swîsreyê û projeya “Şaredariyên Xwişk û Bira”, banga liv û tevgerê li hikûmetê kir. Parlamenter Frîedlî got; “Hikûmetre Swîsreyê di heman demê divê li dijî şîdet û bêhiqûqiya ku li Tirkiyeyê dewam dike hem ji bo xwe bikeve nav liv û tevgerê hem jî dezgehên navneteweyî bixîne nav tevgerê. Di serî de NY, YE, pêwîst e saziyên navneteweyî li dijî bûyerên li Tirkiyeyê bêdeng nemînin.”