ROJANE
Hemû Nûçe
-
Buroya Çûkûrova ya DÎHA’yê hat mohrkirin
Polîsên Tirk û mufetîşên maliyeyê bi ser Buroya Çûkûrova ya DÎHA’yê ya li Edeneyê de girtin, piştî alavên ajansê jimartin, dest danîn ser tevahiyan û derî mohr kirin. -
Li Mîlanoyê şeva piştgiriyê
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê şeva piştgiriyê li Mala Çandê hate lidarxistin. Di şevê de êrîşên AKP'ê yên li ser Kurdan hatin şermezarkirin. -
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya DÎHA ya Çûkûrovayê
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya Çûkûrovayê. -
Demîrtaş: Divê berxwedan civakî bibe
Demîrtaş diyar kir, Erdogan ji roja ku ketiye nav siyasetê û hetanî niha tim li pey wê xeyalê bûye ku Amedê bi dest bixîne lê Amed jê re bûye şevreşk. Demîrtaş got, hemû civak di bin zextê de ye û divê berxwedan were civakîkirin. -
Li sê welatan çalakiyên protestoyî û xebatên dîplomasiyê
Kurdistaniyên li paytexta Fransayê Parîsê, li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê û li bajarê Hannoverê ê Elmanyayê dijîn, li dijî AKP/Qesrê çalakiyên protestoyî lidar xistin û xebatên dîplomasiyê meşandin. -
Tûnç: Dinyayê bi wêrekiya Kobanê hilm stand
Tûnç diyar kir, dinyayê bi wêrekiya berxwedêrên Kobanê hilm standiye û bang li hunermendan kir serketina ku bûye hêviya mirovahiyê vebêjin. -
MLKP: DAIŞ têk çû, dewleta Tirk jî wê têk biçe
MLKP Rojava, Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û diyar kir, aqûbeta DAIŞ'ê wê bê serê AKP'ê. -
Rêveberiya girtîgehê polîtîkaya rageşiyê dimeşîne
Saîme Ûçar a ji Girtîgeha Jinê ya Tarsûsê derket diyar kir ku rêveberiya girtîgehê provokasyonan derdixîne û polîtîkaya rageşiyê dimeşîne. -
Demîrtaş: Dixwazin Tirkiyeyê li serdema qenalekê vegerînin
Demîrtaş Nûnertiya Enqereyê ya rojnameya Cûmhûriyetê ziyaret kir û têkildarî zext û zordariya li çapemeniyê tê kirin got, "Dixwazin Tirkiyeyê li serdema yek qenalê vegerînin." -
Bîlançoya 15 rojên operasyona Mûsilê: 2 hezar çete hatin kuştin
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Nînovayê, di du hefteyên destpêkê yên operasyona Mûsilê de 2 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Kişanak, Anli û Ata bi tenê tên hiştin
Siyasetmedarên Kurd Kişanak, Anli û Ata li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, li qewîşên ji 3 kesan, bi tenê tên hiştin. -
KCDK-E ji bo çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanê banga tevlîbûnê kir
"Weke KCDK-E em bang li gelên xwe û hemû dostên xwe dikin, ku beşdarî van meş û çalakiyên li gelemperiya cîhanê bên lidarxistin bibin." -
Hevserokên HDP'ê silav dan berxwedana Kobanê
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Yuksekdag û Demîrtaş silav dan berxwedana Kobanê û gotin, "Em pê bawer in, gelên bi wêrekî û bawerî xwedî li azadî û demokrasiyê derdikevin, mîna li Kobanê wê li her devera cîhanê bi ser bikevin." -
30 şaredarên Swêdê ji bo Kişanak û Anli bang kirin
30 şaredarên Swêdê nameyeke vekirî ji hikûmeta Tirk re şandin û jê xwestin, hurmetê nîşanî pîvanên bingehîn ên hiqûqê bide û di serî de Kişanak û Anli hemû rêveberên şaredariyan ên hatine girtin, serbest berde. -
Li Lînzê çalakiya Roja Kobanê
Li paytexta eyaleta Awûstûrya Jorîn Lînzê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser girîngî û wateya rojê. -
'Em ê li dijî rejîma dîktatoriyê li ber xwe bidin'
Bi sedan kes li ber nûnertiya Rojnameya Cûmhûriyetê ya Enqereyê li hev civiyan û operasyona li dijî rojnameyê şermezar kirin. Çalakgeran gotin "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin". -
Ciwanan li Bîelefeldê meclîsa xwe ragihandin
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, Ciwanên Azad meclîsa ciwanan a Ş. Lewcan Mûnzûr ragihandin. -
Kongreya Gel a Mezopotamyayê girtin şermezar kir
Kongreya Gel a Mezopotamyayê, girtina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka Demî ya KJA'yê bi daxuyaniyekê şermezar kir. -
KOMAW: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê bibin
KOMAW'ê ji bo çalakiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê banga tevlîbûnê kir. -
Faşîzma AKP'ê li Ewropayê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, duh tevahiya rojê û danê êvarê li dijî faşîzma AKP'ê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de jin û ciwan li pêş bûn. -
Pirtûka 'Şoreşa li Rojava' bi Îngilîzî digihêje ber destê xwendevanan
Pirtûka 'Şoreşa li Rojava' (Revolution in Rojava) ku ji aliyê aktîvîstên kampanya Tatort Kurdistan Anja Flach, Ercan Ayboga û Mîchael Knapp ve bi zimanê Elmanî hat nivîsandin, wê bi wergera xwe ya bi Îngilîzî bigihêje hîn bêhtir xwendevanan. -
Sosreta dibistanên Tirk: Zaroka Êzidî li Îmam Hatîbê qeyd kirin
Derket holê, li bajarê Kirşehîr ê Tirkiyeyê, zarokeke Êzidî li dibistana îmam hatîbê hatiye qeydkirin û zext lê hatiye kirin ku serê xwe bigire, bibe misliman û nimêjê bike. -
Polîsên AKP'ê papagana li avahiya DÎHA'yê di hundir de hiştin û mohr li derî dan
Polîs û ekîbên maliyeyê yên Tirk, ku danê êvarê haya kesî pê nehesandin û avêtin ser buroya DÎHA'yê ya Enqereyê, papagan Jako yê li avahiya DÎHA'yê di hundir de hiştin û mohr li derî dan. -
Dezgehên çapemeniyê: Em serî li hember yekdengiyê natewîn in
Dezgehên çapemeniyê yên ji Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiye (TGS), Rojnamevanên Sînor Nenas (RSC), Komeleya Rojnamevanên Hemdem û ji nûnerên Sendîkaya Basin-Îş pêk tên peyama ku “Em li hember yek dengiyê serî natewîn in” da. -
Li Elmanyayê aktivîteyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê
Li Elmanyayê wê li gekek navendên cuda aktivîteyên Roja Kobanê ya Cîhanê bê pîrozkirin.