Li Lînzê çalakiya Roja Kobanê
Li paytexta eyaleta Awûstûrya Jorîn Lînzê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser girîngî û wateya rojê.
Li paytexta eyaleta Awûstûrya Jorîn Lînzê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser girîngî û wateya rojê.
Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û polîtîkaya înkar û tinekirinê ya AKP'ê, tifaqa wê ya bi DAIŞ'ê re hatin şermezarkirin.
Her wiha girtina hevşaredaran û desteserkirina şaredariyên Kurdan ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve, hatin teşhîrkirin.
Girseya gel alên YPG, PYD, PKK û KCK'ê hilda û bi zimanê Elmanî dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Terorîst Tirkiye ji Kurdistanê bicehime", "NATO fînanse dike, Tirkiye bombe dike" û "Bijî berxwedana Kobanê" qîriya.