ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çapemeniya cîhanê binçavkirina wekîlên HDP'ê bi lezgînî ragihand
Operasyonên polîsên Tirk ên binçavkirina parlamenterên HDP'ê, ku bi fermana AKP/Qesrê hatin kirin, ji aliyê çapemeniya cîhanê ve weke nûçeya flaş hatin ragihandin. -
Êrîşî HDP'yiyan kirin: Hevserokê OHD'ê Alîşan Şahîn bi giranî birîndar bû
Polîsên Tirk ên avêtin ser Navenda Giştî ya HDP'ê, êrîşî xebatkar û endamên HDP'ê kirin, Hevserokê OHD'ê Alîşan Şahîn bi giranî birîndar kirin. -
Koordînasyona Ciwanên Azad banga çalakiyan li ciwanan kir
Koordînasyona Ciwanên Azad, binçavkirina Hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezar kir û bang li ciwanên Kurdistanê, hêzên enternasyonalîst û demokratîk kir, ku dakevin kolanan. -
KCDK-E û TJK-E: Li dijî dîktatoriya faşîst a AKP'ê dakevin kolanan
KCDK-E û TJK-E: Em li dijî vê êrîşa faşîst û operasyona binçavkirinê ku li dijî wekîlên HDP'ê û vîna gelên me hatiye kirin, bêdeng nemînin. -
YJK-E: Dakevin qadan!
Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li jinên Kurdistanî û hemû hêzên şoreşger-demokrat kir ku qadekevin qadan. -
Kurdistanî li Zurîch û Bernê daketin qadan
Kurdên li Swîsreyê dijîn, li ber Parlamenta Federal a li Bernê û li ber Konsolosxaneya Tirk a li Zurîchê li hev dicivin. -
Binçavkirina parlamenterên HDP'ê li Ewropayê tê şermezarkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî parlamenterên HDP'ê, li gelek bajarên Elmanya û Fransayê bi rengekî girseyî tên şermezarkirin. -
Hesabên medya civakî hatin girtin
Piştî ku Hevserok û parlamenterên HDP'ê hatin binçavkirin, hesabên medya civakî jî hatin girtin. -
Kurdistanî û dostên wan ên li Hambûrgê li NCDK'ê li hev dicivin
Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk li dijî hilbijartiyên HDP'ê daye destpêkirin, li Ewropayê bi rengekî girseyî tên şermezarkirin. -
Navnîşana protestoya li Munchenê Stachusta ye
Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî parlamenterên HDP'ê, li Ewropayê bi rengekî girseyî tên şermezarkirin. -
CDK-F: Bila gelê me li Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê li hev bicive
CDK-F: Divê Kurdistanî û dostên wan ên li Parîsê dijîn, derhal li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê li hev bicivin. -
Balûken hate binçavkirin
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken hate binçavkirin. -
Binçavkirina wekîlên HDP'yî li Berlînê tê şermezarkirin
Binçavkirina Hevserokên HDP'ê û wekîlan, li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya jinan tê şermezakirin. -
Polîsan êrîşî Navenda Giştî ya HDP'ê kirin
Polîsan avêtin ser Navenda Giştî ya HDP'ê. HDP'yî li dijî polîsên Tirk ên faşîst li ber xwe didin. -
Kurdistanî û dostên wan ên li Dusseldorfê berê xwe dane Kolnê
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê dijîn, ji bo tevlî çalakiya li ber Dêra Domê ya li Kolnê bibin, berê xwe dan Kolnê. -
Nerazîbûna destpêkê ya HDP'ê: Wê helwesta me, pêvajoyê diyar bike
Berdevkê HDP'ê Bîlgen li ser binçavkirina hevserok û wekîlan got, "Nerazîbûn û helwesta demokratîk a li dijî vê were nîşandan, wê pêvajoya ji niha û pê ve diyar bike." -
KCDK-E: Divê gelê me û dostên me yên li Ewropa biherikin kolanan
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang li gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û hemû pêkhateyan kir ku dakeve kolanan. -
Yuksekdag-Demîrtaş û 9 parlamenter hatin binçavkirin
Hevserokên Giştî yên HDP'ê û 9 parlamenter, piştî serdegirtina malên wan hatin binçavkirin. -
Li Gîresûnê 4 HDP’yî ev 15 roj in di bin çavan de ne
Binçavkirina HDP’yiyên ku di 21’ê Cotmehê ji Erzînganê ji bo li Trabzonê û Gîresûnê hem kar bikin û hem bigerin, dewam dikin. -
Li Kleve AKP/Qesr hat protestokirin
Li bajarê Kleve yê Elmanyayê Kurdistaniyan, pêkanînên qirker ên AKP/Qesrê protesto kirin. -
Parêzer Sûrgut a girtî ev 15 mehe li benda dadgehkirinê ye
Parêzer Deniz Sûrgut a endamê Komleya Hiqûqnasên Azad, îro bi hinceta ‘Ewlekariyê’ ne anîn rûniştina li dadgehê. Surgut a girtî ev 15 meh in li benda dadgehkirinê ye. -
Li Afganîstanê êrîşa hewayî: Îdîaya ‘Gelek kesan jiyana xwe ji dest dane’
Hat îdîakirin ku di necama bomberdûmana li dijî çeteyên Talîban ê li Wîlayeta Kûndûz a Bakurê Afganîstanê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane. -
Çavûşoglû li Swîsreyê bi dirûşmên “Dewleta Tirk a kujer” hate pêşwazî kirin
Wezîrê Karê Derve yê Tirk Çavûşoglû yê ku ji bo ziyaretê çûbû Bernê, bi dirûşmên Kurdistanî û Swîsreyiyan ên “Terorîst Tirkiye” û Dewleta Tirk a kujer” hate pêşwazîkirin. -
Çeteyên koalîsyonê topan davêjin taxa Şêx Meqsûd
Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê topan davêjin taxa Şêx Meqsûd a Helebê. -
Kurkçu ji bo şaredaran pêşniyara 'destnedanê' kir
Parlamenterê HDP'ê Kurkçu, ji bo mafê destnedanê ji hevşaredar-şaredaran re bê dayîn, qanûnek pêşniyar kir.