ROJANE
Hemû Nûçe
-
Partiya Çep a Swêdê: Divê hevkariya bi Tirkiyeyê re bê rawestandin
Sjöstedt ji Televîzyona Dewletê ya Swêdê re axivî, got Tirkiye bi awayekî lezûbez ber bi dîktatoriyê ve diçe, êdî divê cîhan li dijî Tirkiyeyê helwestekî eşkere nîşan bide. -
Ozsoy: Dibe ku YE têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bisekinîne
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir, binçavkirin û girtina parlamenterên HDP'ê, xeta sor a ku cîhana azad nikare qebûl bike, derbas kiriye. -
Ji parêzvantiya mafên mirovan heta siyasetê her tim bi serbilindî sekinî
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji parêzvantiya mafên mirovan sala 2007’an wek “Namzetê Hezar Hêviyan” di siyasetê de cih girt, bi komployek siyasî hat girtin. -
Dorû: Divê YE peyamên hê tundtir bide
Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Eyyup Dorû îfade kir ku divê êdî Yekîtiya Ewropayê ji bilî daxuyaniyên “fikar” û “metirsî” daxuyaniyan biweşîne. Dorû got ku pêwîst e YE peyamên hê tundtir bide. -
Bernath: Erdogan ji zimanê zextê fêhm dike
Der Standard: Ya ku cîhan gelekî girîng dibîne û li ser disekine, ne xema rêveberiya Tirkiyeyê ye. Tayyîp Erdogan hem bûye hiqûq, hem bûye dewlet, hem jî bûye îman. Hemû di zikhev de ne. -
Spîegel: Yekîtiya Ewropayê, hevparê sûcê Erdogan e
Li Elmanyayê Kovara Spîegelê di şiroveyekê de dest nîşan kir ku, li Tirkiyeyê di pêvajoya girtina hevserok û parlementerên HDP'î de Yekîtiya Ewropayê jî hevparê vî sûcî ye. -
Darbeya siyasî ya duyemîn a piştî 22 salan
22 sal piştî darbeya li dijî parlamenterên DEP'ê, ku di 2'ê Adara 1994'an de hat kirin, cara duyemîn darbeyeke siyasî li tevgera siyasî ya Kurd hat kirin. -
Li Fransayê wê li 4 navendan êrîşên bi ser HDP’ê bên protestokirin
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê ji bo çalakiyên ku wê sibehê li dijî faşîzma Tirk bên lidarxistin banga tevlîbûna xurt kir. -
Ciwan daketin kolanan, bi polîsan re şer kirin
Girtina 9 parlamenterên HDP'ê ku hevserok jî di nav de ne, li Antalya, Mersîn û Îzmîrê ji aliyê ciwanan ve hate şermezarkirin. Ji ber êrîşa polîsên Tirk şer derket. -
Êrîşên li dijî wekîlên HDP’î li 4 navendan hat protestokirin
Êrîşên qirkirina siyasî ya ku AKP/Qesrê li dijî HDP’ê li dar xistin, li gelek bajarên Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokirin. -
Li Swêdê çalakiyên protestokirina darbeya Qesr/AKP'ê
Li gelek deverên Swêdê darbeya Qesr/AKP'ê ya li dijî HDP'ê hat protestokirin. -
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Wallstrom, gazî Sefîrê Tirkiyeyê kir
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê ji bo sekna Swêdê ragihîne, gazî Sefîrê Swêdê yê Tirkiyeyê Kaya Turkmen kir. -
Parlamenterên Danîmarkî peyamên piştgiriya HDP’ê dan
Parlamenterên Partiya Enhedslisten a Danîmarkayê Nikolaj Villumsen û Pernille Skipper bi rêka dîmenekê kurt ve girtina hevserok û parlamenterên HDP’ê û binpêkirinên mafên demokratîk ên li Tirkiyeyê protesto kirin -
Salih Muslîm li Zanîngeha Hambûrgê axivî
Li Hambûrga Almanyayê bi beşdarbûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm panelek hat lidarxistin. Li Zanîngeha Hambûrgê bi sedan kes beşdarî çalakiya hevpar a NAV-DEM û Weqfa Rosa Luxemburgê bûn. -
Li dehan bajarên din ên Ewropayê ji bo HDP’ê çalakî hatin lidarxistin
Li dijî operasyonên pelçiqandin û dîlgirtinê yên ku faşîzma Erdogan li dijî HDP’ê û îradeya gelê Kurd pêk anî, bi dehan bajarên Ewropayê çalakiyên protestoyî li dar dixin. -
Dema binçavkirinê ya 55 kesên li Îzmîrê hat dirêjkirin
Hat diyarkirin ku Nûçegîhana JINHA'yê Ayşe Yilmaz jî di nav de ji bo 55 kesên ku li Alsancakê hatin binçavkirin, dema binçavkirinê hatiye dirêjkirin. Tê payîn ku kesên binçavkirî roja duşemê sewqî dozgeriyê bên kirin. -
Li Esneyûrtê wesayîta zirxî ya ku êrîşî çalakiyê kir qelibî
Wesayîta zirxî ya polîsan ku li Taxa Ornek a navçeya Esenyûrt a Stenbolê êrîşî çalakiya protestoyê ya darbeya rejîma AKP/Qesrê ya li ser HDP’ê kir, qelibî. -
Ji Amnestyê banga berdana parlementerên HDP'yî
Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya têkildarî rehîngirtina parlementerên HDP'ê de hat gotin ku, ev di serdemeke ku li dijî bêdengkirina muxalefeta Kurd de pêk hatiye. -
Bîrlîk û Aydogan şandin Girtîgeha Sicanê
Hat ragihandin ku Parlementerên HDP’ê Leyla Bîrlîk û Nûrsel Aydogan şandin Girîgeheha Sicanê. -
Li waletên Ewropa û Kanadayê deh hezaran kes xwedî li HDP’ê derketin
Li welatên Eweropa yên weke Elmanya, Awûstûriya, Fransa, Îtalya, Îngîlîzstan, Noveç, Fîlandiya li dijî darberya AKP’ê ya li hember HDP’ê bi deh hezaran kes xwepêşandanekî protestoyî li dar xistin. -
Li Stenbolê çalakiyê protestoyê belav dibin
Li gelek navçeyên Stenbolê gel daketin qadan, darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP’yiyan protesto kirin. -
Tûncel: Ferasetên faşîst mehkûmî têkçyînê ne
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel: Bila ti kes moralê xwe xera neke, em ê li ber xwe bidin û teqez em ê bi ser kevin. Ferasetên faşîst mehkûmî têkçûyînê ne. -
Eniya Çepgir û NPA li dijî dîktatoriyê li cem HDP’ê ye
Eniya Çepgir ku li Fransayê gelek partiyên çepgir û komunîst di nav xwe de dihewîne û Partiya Antî-Kapîtalîst a Nû (NPA) bi daxuyaniyekê bang kirin ku li HDP’ê xwedî derbikevin û li dijî dîktatoriya Tirkiyê derbikevin. -
Kurdên li Ewropayê êrîşên qirkirina siyasî şermezar kirin
Kurdên ku li gelek navendên Ewropayê çalakiyan li dar dixin, êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî parlementerên HDP’ê şermezar kirin. -
Partiya Komunîst a Fransayê: Em beşdarî çalakiyên sibehê bibin
Yek ji partiyên çepgir ên Faransayê Partiya Komunîst (PCF) jî têkildarî darbeya li dijî HDP'ê bertek nîşan da.