ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Edeneyê dikan nehatin vekirin
Li navçeyên Ceyhan, Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê, dikandaran dikanên xwe venekirin û girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê şermezar kirin. -
Kongreya Gel a Mezopotamyayê: Em li her cihî li ber darbeya AKP/Qesrê rabin
Kongreya Gel a Mezopotamyayê got, "Parlamenterên dîl hatin girtin, temsîla gelên Tirkiyeyê dikirin. Bi dîlgirtina wan re, dewlet bi dijminane nêzî me gelan dibe. Li welatê em lê ne, li her cihî divê em bi xurtî li ber vê yekê rabin." -
Hêzên artêşa Iraqê taxa Întisar rizgar kirin
Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de hêzên artêşa Iraqê taxa Întisar rizgar kirin. -
Bi hezaran kesên li Fransayê li hev civiyan, faşîzma AKP'ê protesto kirin
Li bajarên Rennes, Reîms, Creîl, Montpellîer, Lyon û Marsîlyayê bi hezaran kes li hev civiyan û darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê bi çalakiyên girseyî şermezar kirin. -
AKP/Qesr li Bremen, Hîldesheîm û Hannoverê hate şermezarkirin
Bi hezaran kesên li bajarên Bremen, Hîldesheîm û Hannoverê li hev civiyan, êrîşên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê şermezar kirin. -
Mîtîngên li Ewropayê yên ji bo HDP'ê zêde dibin
Li dijî operasyonên qirkirina siyasî, ku faşîzma AKP'ê di şexsê hevserok û parlamenterên HDP'ê de didomîne, li gelek welatên Ewropayê meş û mîtîngên girseyî hatin lidarxistin. -
Polîsan li Edeneyê ciwanekî bi giranî birîndar kir
Li 3 navçeyên Edeneyê ciwanên daketin qadan, rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrîşan de polîsan ciwanekî ji lingên wî bi giranî birîndar kirin. -
Li Helsînkiyê darbeya AKP/Qesrê hate protestokirin
Operasyonên qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê ya li ser HDP’ê li paytexta Fînlandiya Helsînkî hatin şermezarkirin. -
Li Hambûrgê çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê didomin
Li Hambûrgê ya Elmanya bi hezaran kesî di şexsê berxwedana Kobanê de, ji bo şoreşa Kurdistanê slav bikin, daketin kolanan -
Li Elmanya bi deh hezaran kes darbeya AKP/Qesrê şermezar kir
Li gelek bajarên Ewropa qirkirina siyasî ya ku AKP/Qesrê li dijî HDP’ê pêk anî hate şermezarkirin. -
Mêlencho di mîtînga Parîsê de axivî: Tirkiye bi dijminên me re hevkariyê dike
Yek ji berendamê Serokkomariya Fransa, Jean- Luc Mêlenchon di mîtînga Parîsê de axivî û got, ‘’DAIŞ’ê bi Bataclan û Charlîe Hebdo komkujî kir. Ew dijminê me ne. Tirkiye bi dijminê me re hevkariyê dike’’ -
Li gelek bajarên Danîmarkayê bi hezaran li dijî qirkirina siyasî li qadan bûn
Li Danîmarkayê Kurdistanî û dosên wan di serî de li paytext Kopenhang, Odense û Holstebro ji bo HDP’ê mîtînga piştgiriyê hate lidarxisitin. -
Li Oslo û Stavangerê ji bo HDP'ê çalakî
Li paytexta Norweçê Osloyê û bajarê Stavangerê, êrîşên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê yên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin. -
Li Nancy û Besançonê ji bo HDP’ê çalakiyên piştevaniyê
Li dijî operasyonên rejîma AKP/Qesrê yên li hemberî Kurd û gelên din, li Nancy û Besançona yên Fransayê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. -
Li Mêrsînê polîsan gule li ser gel reşandin
Li Mêrsînê polîsa êrîş bir ser girseya ku girtina parlementerê HDP’ê protesto dikirin. -
Li Brûkselê protesto: Faşîzim mehkûmê windakirinê ye
Li paytexta Belçîka Brûkselê girtinên li hember wekîlên HDP’ê li ser banga TJK-E’yê di roja duyemîn de jî ji aliyê Kurdan û dostên wan ve hate protestokirin. -
Li Stenbolê hezaran xwedî li vîna xwe derketin
Li Stenbolê qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê ji aliyê hezaran kesî ve hat şermezarkirin. Di çalakiya ku peyamên berxwedanê hatin dayîn de, polîsan êrîşî kir û bi derbkirinê gelek kes binçav kirin. -
Li Edeneyê li 3 navçeyan ciwan li kolanan ber xwe didin
Ciwanên ku li 3 navçeyên cuda yên Edeneyê daketin qadan û xwepêşandan kirin, li ser êrîşa polîsan şer derket. Ciwan li pêşberî êrîşan berxwedana xwe dewam dikin; gelek kes hatin binçavkirin. -
Li Berlînê li dijî faşizma AKP’ê meş û mîtîng
Li Paytext Berlînê qirkirna siyasiya li hemberê HDP’ê hate protestokirin. -
Li Kolnê 20 hezar kes ji bo HDP’ê meşiyan
Kurdistan û dostên wan ên li Kolnê dijîn, li dijî êrîşên qirikirina siyasî ya li ser HDP’ê meşiyan. Di meşa ku nêzî 20 hezar kes beşdar bû de, her kesê li dijî AKP’ê banga berxwedanê kir û diyar kir ku yê bi ser bikeve gel e. -
Li Edeneyê binçavkirin hate protestokirin
Li Edeneyê gelên ku derketin qadan, operasyona qirqirina siyasî, girtina hevserokê HDP’ê û parlementeran protesto kirin. -
Li Sidney yê qirqirina siyasî hate protestokirin
Kûrdîstanî û dostên wan ên ku Ewropa dijîn li HDP’ê xwedî derketin qirkirina siyasî protestokirin. -
Li Hatayê girtina parlementeran hate protestokirin
Rêxistina HDP’ê ya bajarê Hatayê girtina parlementeran protestokirin -
Polîsan êrîşê Partiyên Şoreşger kir, 7 kes binçav kirin
7 endamên Partiya Şareşgeran a ku li ber Walitiya Antalya yê çalakiya protestoyî pêk danîn, hatin binçavkirin -
Li Îtalya, Fansa, Polonya û Elmanyayê ji bo HDP’ê meş
Li Îtalya, Fansa, Polanya û Elamayayê girtina parlementerên HDP'ê hate protestokirin.