Li Sidney yê qirqirina siyasî hate protestokirin

Kûrdîstanî û dostên wan ên ku Ewropa dijîn li HDP’ê xwedî derketin qirkirina siyasî protestokirin.

Li bajarê Sidney ya Awûstûryayê operasyona qirkirina siyasî hate protestokirin.

Çalakiya ku di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratik de hate lidarxistin, Kûrdîstanî dostên wan û rêxistinên civaka sîvil beşdarbûn.

Gel li Rêya Martin Place hatin kom bûn, bi duruşmên “HDP gele gel li vir e.” qîr kirin, girtina parlementeran protesto kirin.

Kenan Bircan ê ku daxuyaniya çapemeniyê xwend bang kir ku divê dewleta Awûstûryayê û Yekîtiya Ewropa, DYE’yê bêdeng neminin.

Girse piştî daxuyanîyê ber bi Town Hall'ê ve meşiyan. Li vir jî berdevkê Komeleya Mafên Mirovan Beste Tongadame axaftinek kir. Tongadame, girtin rexne kir û got ku li hemberê êrîşên li ser HDP’ê divê em bêdeng nebînin.