Li Stenbolê hezaran xwedî li vîna xwe derketin
Li Stenbolê qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê ji aliyê hezaran kesî ve hat şermezarkirin. Di çalakiya ku peyamên berxwedanê hatin dayîn de, polîsan êrîşî kir û bi derbkirinê gelek kes binçav kirin.
Li Stenbolê qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê ji aliyê hezaran kesî ve hat şermezarkirin. Di çalakiya ku peyamên berxwedanê hatin dayîn de, polîsan êrîşî kir û bi derbkirinê gelek kes binçav kirin.
Li Stenbolê rêxistinên HDP'ê yên bajêr û navçeyan, girtina hevserok Selahettîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementeran li ber Mizgefta Şîşliyê şermezar kirin. Bi hezaran kes bi berzkirina dirûşmeyên wek "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Kujer AKP" ber bi mizgeftê ve ketin rê û xweditî li îradeya xwe kirin. Di çalakiya ku di bin dorpêça polîsan de pêk hat pankart û dovîzên li ser "Îradeya gel teslîm nayê girtin", "Li dijî hemû derbeyan berxwedana demokratîk", "Dest nede hevserokên mim", "Em hemû HDP'î ne" û "Em ê teslîmî faşîzmê nebin" nivîsandî hatin hilgirtin.
Hevserokên HDP'a Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel, Parlementerê HDP'ê yê berê Sezaî Temellî, Rêveberê DBP'a Stenbolê Abdûllah Bîrgul jî di nav de, gelek rêxistinên sosyalîst û kes beşdarî çalakiyê bûn. Di dema çalakiyê de polîsan bi anonsan gef li girseyê xwarin û li gel vê girseyê jî bi dirûşmeyên wek "Bijî berxwedana HDP'ê", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Kujer, diz AKP" bersiv dan gefên polîsan.
ERBAŞ: LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP'ê EM BETXWEDANÊ XURT BIKIN
Di çalakiyê de Hevserokê HDP'a Stenbolê Dogan Erbaş axivî û diyar kir ku, li Tirkiyeyê darazeke serbixwe tuneye, dadgeheke bêalî tune ye û daraz talîmatan ji Qesrê werdigire. Erbaş dest nîşan kir ku, girtina parlementerên HDP'î derbeya li dijî siyaseta demokratîk û jiyana hevpar e. Erbaş da zanîn ku, ew ê wek Rêxistina Bajêr a Stenbolê li dijî van derhuqûqiyan rawestin û wiha got: "Li dijî faşîzma AKP'ê roj roja xurtkirina berxwedanê ye."
TEMELLÎ: EM Ê BIBIN DENGÊ JIYANÊ
Parlementerê HDP'ê yê berê Sezaî Temellî jî dest nîşan kir ku, wê HDP'ya ku bi şîara 'jiyaneke nû' dest bi siyasetê kir, her dengê aşitiyê, azadiyê û demokrasiyê be.
Piştî axaftinan li ser navê HDP'ê Ozge Akman daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, ev girtin bes ne li dijî HDP'ê, li dijî hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên Tirkiyeyê pêk hatine û wiha hat gotin: "Wê tu girtin nikaribin li hemberî meşa me yî azadî û demokrasiyê bibin asteng."
PIŞTÎ ÊRÎŞA POLÎSAN GIRSE LI BER XWE DA
Piştî şermezarkirinê girse dema berê xwe da ber Rojnameya Cûmhûriyetê ya ku nobet li ber didome, rastî êrîşa polîsan hat. Li ser vê bi hezaran kes li dijî êrîşê li ber xwe da û bi vê re polîsan bi ava şid û bombeyên gazê dubare êrîşî girseyê kir.
Di çalakiya ku peyamên berxwedanê hatin dayîn de, polîsan êrîşî gelek kesî kir û bi derbkirinê gelek kes binçav kirin.