Li Hatayê girtina parlementeran hate protestokirin

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Hatayê girtina parlementeran protestokirin

Rêxistina Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Hatayê girtina Hevserokên giştî ya HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgan Yuksekdag û 7 parlementeran li pêşiya avahiya bajêr bi daxuyaniyekî ya çapemeniyê protesto kirin.

Li gel beşdariya gelek kesan saziyên civaka sivîl yên li bajarê jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Wêneyên wekîlan hatin hilgirtin. Gelê ku ji Îskenderûnê hatin rê neda ku bikevin bajêr.

Tevî dorpêça polîsan jî HDP’yiyan daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokê HDP’ê Kerem Nalbant ê ku daxuyanî da diyar kir ku ev êrîşên li ser HDP’ê tê kirin bê hiqûqîne.

Daxuyanî bi dirûşma “Zext û êrîş me naşkînin” bi dawî bû.