ROJANE
Hemû Nûçe
-
Avesta: Heta encamgirtinê divê em bi ser zaliman ve biçin
Avesta got, "Têkoşîn dîlanek e. Li devera ku têkoşîn lê tine be, berxwedan lê tine be, sekin lê hebe, divê mirov ji wir bitirsin. Pêwîste heta ku em encamê bi dest bixin, bi ser zaliman ve biçin." -
Li Edeneyê 120 kes hatin binçavkirin, 30 jê zarok in
Li Edeneyê 120 kes hatin binçavkirin, ku 30 ji wan zarok in. Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz jî yek ji binçavkiriyan e. -
Li 8 navendên Ewropayê darbeya AKP/Qesrê hat şermezarkirin
Li bajarên Parîs, Rennes, Strasboûrgê yên Fransayê; li bajarên Mannheîm, Hannover, Hambûrg, Klevê yên Almanyayê û li bajarê Torîno yê Îtalyayê darbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP'ê bi awayekî girseyî hat şermezarkirin. -
Li Meclîsa Awûstûryayê têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê daxuyaniya çapemeniyê
Li Meclîsa Awûstûryayê partiyên wek SPO, OVP, NEOS û Konseya Kurd a Awûstûryayê têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. -
Gerîlayê HPG'ê Abdîl hate definkirin
Gerîlayê HPG'ê Resûl Abdîl ê ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê hat definkirin. -
Ji HDP'ê daxuyaniya der barê 'dorpêçê' de: Vaye em li vir in!
HDP li dijî dorpêçkirina navenda wan a giştî bertek nîşanda û diyar kir ku Walîtiya Enqereyê sûcdariyê dike. -
Li Elmanya û Îtalyayê çalakiyên ji bo HDP’ê
Protestokirina qirkirina siyasî ya ku rejîma AKP/Qesrê li dijî gelê Kurd dimeşîne didome. Li bajarên Koln û Dresden ên Elmanyayê û paytexta Îtalya Romayê ji bo piştgiriya HDP’ê çalakî hatin lidarxistin. -
Dadgehê berda, dozgeriyê girt
Ji 7 ESP’iyên ku li Meletiyê hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan, 5 kes li ser îtîraza dozgeriyê hatin girtin. -
Tûncel sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hate kirin
Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)Sebahat Tûncel piştî ku hat girtin, ji Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê hat kirin. -
Doza polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin hat taloqkirin
Doza kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê bi hinceta komkirina delîlan cara 3'yemîn hat taloqkirin. -
Li Brukselê Kurdan û parlamenterên Ewropî piştgirî dan HDP’ê
Li paytext Brukselê Kurdan û parlamenterên Ewropaî destek dan HDP’ê, qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê protesto kirin. -
Vîna gel li pişt caxên hesinî ye
Vîna gel a a ku bi hevserok Demîrtaş û Yuksekdag û 10 wekîlan û Hevseroka DBP’ê Tuncel, berdevka KJA’yê temsîla xwe dibîne, bi fermana desthilatdariya siyasî li pişt caxên hesinî ye. -
Akdogan sirgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Sîlîvriyê kirin
Parlemeterê HDP’ê yê Colemêrgê Hîhat Akdogan sirgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Sîlîvriyê hate kirin. -
Li Tambûv saziyên Kurd xwedî li HDP’ê derketin
Saziyên Kurd ên ku li bajarê Tambov karê xwe dikin, xwedî li HDP’ê ya ku êrîşên qirkirina siyasî li ser tê meşandin derket, faşîzma AKP’ê protesto kirin. -
Bersûcê Qetlîama Enqereyê: Her tişt ji hêla polîs hat diyarkirin
Rûniştina duyemîn a Doza Qetlîama Enqereyê hat dîtin. Ji bersûcan Yakûp Şahîd îtîraf kir ku polîsan gotine, “dozger jî hakim jî alîgirê me ne.” Şahîn wiha got; “Her tiştê ku min gotî ji hêla polîsan hat diyarkirin.” -
Di Pêngava Xezeba Firatê de 14 km pêşve çû, 43 çete hatin kuştin
Hat ragihand ku Operasyona Pêngava Xezeba Firatê, di awayê hatî plankirin dewam dike,şervan 14 km pêşve çûn. Di şerê qewimî de 43 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. -
'Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeha herî mezin e'
Rêxistinên pîşeyî yên navneteweyî piştgirî dan çalakiya rojnamegeran a "Nobeda Edalet û Azadiyê" ya vê hefteyê diyar kirin ku Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeha herî mezin e. -
Gerîlayê HPG'ê Resûl Abdîl hat bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Resûl Abdîl li Navenda Civaka Kurd a Vîctorîa hat bîranîn. -
Li Hatayê 8 xwendekar hatin girtin
Li Hatayê 8 xwendekar bi sûcê “Propagandakirina rêxistinê” hatin girtin. -
Li derveyî welat çalakî didomin
Kurdistanî û dostên wan ên ku li derveyî welat dijîn li dijî qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê çalakiyên xwe didomînin. Di çalakiyan de dirûşmên wekî ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Dîktator Erdogan’’ hatin berzkirin û wê berxwedan were geşkirin. -
Filipinî û Arjantiyan piştgirî dan HDP'ê
Piştî Hevserok û parlamenterên HDP'ê hatin girtin, piştgiriya navneteweyî zêde dibe. Lîga Têkoşîna Navneteweyî (ILPS) a Avakirina Filipiniyan û Komeleya Çanda Ermeniyan a Arjantinê piştgirî dan HDP'ê û rejîma Erdogan şermezar kir. -
Girtina parlamenterên HDP'ê li Erîvanê bi civîna çapemeniyê hat şermezarkirin
Girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê, li Erîvanê bi civînekê çapemeniyê hat şermezarkirin. -
Koma Meclîsê ya HDP'ê: Em ê bi ser bikevin
Partiyên siyasî, sendîka, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civîna Koma Meclîsê ya HDP'ê bûn û piştgirî dan. Di civînê de peyamên hevserokan hatin xwendin û bi biryarî hate gotin ku wê siyaseta demokratîk bê xurtkirin. -
Platforma Ked û Demokrasiyê HDP ziyaret kir
Nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê bi mebesta piştgiriyê seriyek da Rêxistina HDP’ê ya Mersînê. -
Xwendina daxuyaniya 8'ê Adarê sûc ditin
Sekretera Jinê ya Egîtîm Senê Şukran Yeşîl, ji ber di 8'ê Adarê de li Edeneyê daxuyanî da doz lê vebû. Yeşîl bi sucdariya "Heqaret li Serokkomar kiriye" îfade da.