ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
Li Edeneyê li gel Hevserokê Berê yê HDP’a Ceyhanê Tahîr Ozdemîr, 3 kes hatin girtin ku yek jê zarok e. -
Nobeta îro cîranê Alpay û Erdogan wergirtin
Cîranên Necmiye Alpay Nobeta Azadiyê ya ku li ber Girtîgeha Bakirkoy wergirtin û gotin ku heviyên wan hene ku cîranên xwe bibînin. -
Wekîlên Elman dest bi projeya ‘Parlamenter Parlamenteran diparêze' kirin
Parlamentoya Elman dest bi projeya “Parlamenter parlamenteran diparêzin" kir. Di çarçoveya projeyê de 60 parlamenterên Elman wê hempîşeyên xwe yên Tirkiye biparêze. -
NÇM-Mêrsîn hat mohrkirin
Şaxa NÇM’ê ya Mêrdînê di çarçoveya biryarnameya Rewşa Awarte de hat mohrkirin. -
Li Strasboûrgê bi hezaran kes li dijî faşîzma AKP’ê meşiyan
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya faşîzma AKP/Qesrê, çalakiyek girseyî hat lidarxistin. -
Li Edeneyê komaleya xwendevanan jî hat mohrkirin
Li Edeneyê di çarçoveya Rewşa Awarte de Komaleya Xwendevanan a Demokratîk a Zanîngeha Çûkûrova jî hat mohrkirin. -
Li Îtalyayê ji bo HDP’ê çalakî û hewldan
Li Floransaya Îtalyayê li dijî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê çalakî hat lidarxistin. -
'Bila bersuc li gorî hiqûqa şerîatê bên darizandin'
Doza Komkujiya Enqereyê ku endamên DAIŞ'ê tên darizandin piştî nîvro jî berdewam kir. Parêzerê endamên DAÎŞ’ê Huseyin Tunç, Orhan Şahîn xwest li gorî hiqûqa şerîatê bên darizandin. -
Li Mîlano xwendekar ji bo HDP’ê meşiyan
Li Mîlanoyê xwendekar li dijî qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê bi armanca hevgiriya bi HDP’ê re meşiyan. -
Komîteya Baweriyan a Mezopotamyayê ji bo mîtînga Kolnê bang kir
Komîteya Baweriyên Mezopotamyayê, bang kir ku bi awayekî xurt tevlîbûn ji bo kombûna Kolnê bibe ku wê bi mebesta şermezarkirina AKP’ê pêk were. -
Li Tarsûsê kesekî astengdar hat binçavkirin
Li Tarsûsê di serdegirtinên danê sibehê de Mehmet Emîn Okdem ê astengdar ji ber cezayê xwe yê teqez bûyî hat binçavkirin. -
Cerrah di îfadeya xwe de Dînk sûcdar kir
Di doza qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk de Midûrê berê yê Emniyeta Stenbolê Celalettîn Cerrah îfade da. Cerrah got, “Hrant Dînk çima tevdîra parastinê qebûl nekir” û Dînk sûcdar kir. -
NÇM-DER a Edeneyê hat mohrkirin
NÇM-DER a Edeneyê bi hinceta OHAL'ê ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve hate mohrkirin. -
Darbeyek jî li rêxistinên saziyên civakî
Wezareta Karê Hundir ê Tirk xebatên 370 komeleyî rawestand. Di nav wan komeleyan de ku xebatên wan hatine cemidandin gelek saziyên rêxistinên civakî jî hene. -
Demîrel: Daraz li gorî biryarên Qesrê tevdigere
Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel li hemberî binçavkirina şewirmendên parlamenteran nerazîbûn nîşan da û got ku daraz bi biryarên Qesrê tevdigere. -
Li ODTU’yê asta tevdîran hat zêdekirin
Li Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU) hat ragihandin ku ji îro û şûn de asta tevdîrên ewlekariyê tê zêdekirin. -
Ji bo Zehra Eplî mewlûd hat dayîn
Ji bo Zehra Eplî ya li Girtîgeha Gebzeyê agir berdabû bedena xwe li Tarsûsê mewlûd hat dayîn. -
Bersûcê komkujiyê xwest bi axive, lê heyetê destûr neda
Rûniştina doza Komkujiya Enqereyê didome. Bersûcê serbest Yakup Yildirim hat girtin. Bersûcê şikdar Suphi Alpfidan mafê axaftinê xwest û diyar kir ku wê îro tiştê girîng bêje. Lê piştî navberê dest ji mafê axaftinê berda. -
Şahid Namli: Min lîsteyên kuştinê dît
Di doza JÎTEM'ê de endamê MÎT'ê yê berê Yaman Namli yê wekî "şahid" lê hat guhdarîkirin, di îfadeya xwe de wiha got: "Min bi xwe lîsteyên kuştinê dît, li ser kaxizekê hatibû nivîsandin". -
Li Edeneyê ji bo gerîlayê HPG’ê Samsarkan mewlûd hat dayîn
Li Edeneyê ji bo gerîlayê HPG’ê Bekîr Samsarkan (Peşeng Şoreş) ê ku li Geverê di şer de jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn. -
Xerîb: Ku berxwedana HDP’ê bi ser bikeve wê pêşî li dîktatoriyê were girtin
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Xerîb diyar kir, AKP’ê di şexsê HDP’ê de êrîşî demokrasî û azadiyê dike û got, ev jî pirgirêka her kesî ye û divê têkoşîn were xurtkirin. -
Komîteya Ewropa ya TŞYG: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 12'ê Mijdarê bibin
TŞYG got, "Rawestandina êrîşên faşîst ên Erdogan û çeteyên wî, mezinkirina berxwedana yekbûyî ya şoreşger e. Em ê rejîma faşîst ji hev bixin" û ji bo çalakiyên li derveyî welat banga tevlîbûnê kir. -
Li Edeneyê 100 kes hatin binçavkirin, 32 jê zarok in
ÎHD Şaxê Edeneyê civîneke çapemeniyê lidar xist û ragihand, 100 kes li bajêr hatine binçavkirin ku 32 ji van zarok in. ÎHD'ê xwest, binçavkirî derhal bên berdan. -
Çalakî didomin: Têkçûna desthilatdariya we wê bi destê Kurdan be!
Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên qirkirina siyasî didomînin. Çalakgeran mesaja "têkçûna desthilatdariya we wê bi destê Kurdan be" dan. -
Rojnameya Rojeva Medya dest bi weşanê kir
Kedkarên çapemeniya azad ên li Bakurê Kurdistanê di nava şert û mercên giran de hewl didin karê xwe bikin, rojnameyeke din li çapemeniya azad zêde kirin. Rojnameya Rojeva Medya îro gihîşt ber destê xwendevanan.