ROJANE
Hemû Nûçe
-
Akademîsyen Gulmen dîsa hat binçavkirin
Akademîsyen Nûriye Gulmen a ji ber ji karê xwe hatibû kirin çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û hatibû binçavkirin û berdan, vê carê bi derbkirinê hat binçavkirin. -
Ji bo rojnamevan û nivîskarên girtî li Fuara Pirtûkan a Stenbolê meşa bêdeng
Endamên Sendîkaya Basin-Îş, ji bo balê bikşînin li ser rojnamevan û nivîskarên girtî, li Fuara Pirtûkan a Stenbolê meşa bêdeng li dar xistin. -
Serokê EMED-DER’ê hate binçavkirin
Serokê EMEK-DER’ê a Mêrsînê Fethî Çoban, hate binçavkirin. -
DHF: Em ê parastina kozikên xwe yên şoreşê bidomînin
DHF ku deriyê wan hat mohrkirin daxuyaniya nivîskî dan û diyar kirin ku ew ê parastina kozikên xwe yên şoreşger bidomînin. -
Yuksekdag: Jin wê bi ser bikevin!
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag mesajek ji Desteya Giştî ya Jinan a HDK’ê re şand û got, ‘’Dema ku em bi jinî li ber xwe didin em ê qet dev ji kenê xwe ya jinane û hevgiriya jinane bernedin.’’ -
Serokê Navenda Çandê ya hat mohrkirin hat binçavkirin
Serokê Komaleya NÇM-Mêrsîn Ersîn Akgun hat binçavkirin. -
Tîmtîk a ÇHD'î: Em ê biryarê nas nekin; li ber xwe bidin!
Endama Lijneya Rêveber a ÇHD'ê Ebru Tîmtîk têkîldarî biryara girtina komeleya wan diyar kir ku ew ê biryarê nas nekin, li ber xwe bidin, li hemû derên ku binpêkirinên mafan hebe wê xebatên xwe bidomînin. -
Ji bo nexweşê giran Aktaş serî li DMME’yê dan
Li gel ku du milê wî nîn in jî û li gel rapora Saziya Tiba Edlî ya ‘’nikare li girtîgehê bimîne’’ jî ji ber ku Ergîn Aktaş ji girtîgehê nayê berdan, parêzerên wî serî li DMME’yê dan û bi hin rêxistinên navneteweyî re ketin nav danûstandinan. -
Ji Gundem Çocuk daxuyaniya pêşî: Hûn dikarin deriyan mohr bikin, lê qet nikarin mirovan mohr bikin!
Komeleya Gundem Çocuk ku ji hêla Wezareya Karê Hundir ve deriyê wê hate mohrkirin, got, ‘’Hûn dikarin deriyê me mohr bikin, lê qet nikarin mirovan mohr bikin. Ji bo dinyayeke baştirîn ji bo zarokan em ê xebatên xwe bidomînin.’’ -
Polîsan li dîwarê komaleya ku girtin, ‘Seloş’ nivîsîn
Di çarçoveya 370 komaleyan de ku Wezareta Karên Hundir biryara girtina wan dabû, DHF û Gazî Demokratîk Haklar Federasyonû jî hatin girtin. Polîs bi darê zorê ketin komaleyê, li dîwaran “Seloş” nivîsîn. -
Li Stenbolê 11 komale hatin mohrkirin
Di çarçoveya biryara girtinê ya Wezareta Karên Hundir de heta niha li Stenbolê 11, li Bûrsayê jî komaleyek hatine mohrkirin. -
Li ser rêka Reqayê YPG’iyekî Îngilîsî
Jack Hollmes dibêje “Armanca min azadkirina tevahî gelên Sûriye û cîhanê ye”, bi navê Şoreş Amanos ve jî di nav refên YPG’ê de tevlî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bûye… -
Li Îzmîrê komeleyên bi OHAL'ê re hatin girtin mohr kirin
Li Îzmîrê komelêyên ku di çarçoveya OHAL'ê de hatin girtin, hatin mohrkirinkirin. -
Li pişt şebekeyê emniyet û MÎT heye: Xefika ciwanên Kurd
Di çarçoveya plana valakirina Kurdistanê de ku parçeyek ji hilweşîn, qetlîam û şerê ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin, ciwanên Kurd bi Ewropayê ve tên şandin. Şebekeya li pişt vê jî organîzasyona Emniyet û MÎT’ê ye. -
Li Mêrsînê komale li pey hev hatin mohrkirin
Di çarçoveya biryara Wezareta Karên Hundir de piştî NÇM û YAKAY-DER’ê, şaxên GOÇ-DER û Nar Der Mersîn jî hatin mohrkirin. -
Li Antalyayê 17 kes hatin girtin
Li Antalyayê beriya 28 rojan bi lîsteyek sosret a binçavkirinê ve 55 kes hatibûn binçavkirin, ji van 17 hatin girtin. Der heqê 25 kesan jî biryara lêgerîna daîmî hat dayîn. -
Li Edeneyê gel daket qadan
Li Edeneyê girtin û êrîşên li dijî gel bi çalakiyên dengderxistinê hat protestokirin. -
Şaxa YAKAY-DER a Mêrsînê jî hat mohrkirin
Piştî ku Wezareta Karên Hundir ragihand ku wê 370 komale bên girtin, Şaxa YAKAY-DER a Mêrsînê jî hat mohrkirin. -
Kurdên li Ewropayê li dijî qirkirina siyasî li ser piyan bûn
Kurdan li gelek navendên Ewropayê çalakî li dar xistin, operasyonên qirkirina siyasî ya ku hikûmeta AKP’ê li dijî gelê Kurd dimeşîne protesto kirin. -
AKP bi hinceta darbeyê tevahî mûxalîfan dike hedef
Hevserokê Şaxa Tarim Orkam a Rihayê Serdar Bînîcî got kesên ku wek ‘lûtfeke Xwedê’ li 15’ê Tîrmehê meyze dikin li gel darbekaran tevahî beşên mûxalîf dikin hedef. -
Jinên Reqayî: Bi Xezeba Firatê azadiya me hat
Jinên Reqayî diyar kirin ku ji ber Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku ji hêla şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê 5’ê Mijdarê hatibû destpêkirin, gelekî keyfxweş bûne. -
Li Şehbayê endamên MÎT’ê
Dewleta Tirk a di rêveberiya AKP’ê de, ji bilî têkîliyên xwe yên bi DAÎŞ, El Nûsra û Ehrar Şam, bi çeteyên ku yekser bi xwe bi rêxistin kirine û di nêv de kadroyên xwe bi cih kirine, li sehaya Sûriyeyê ne. -
Li Îzmîrê komale tên mohrkirin
Li Îzmîrê deriyên TAYD-DER, YAK-DER, Komaleya Mafên Demokratîk û NÇM’ê hatin mohrkirin. -
Deriyê ÇHD’ê jî hat mohrkirin!
Xebatên Komaleya Hiqûqnasên Nûjen (ÇHD) jî ji hêla Wezareta Karên Hundir li gel 370 komaleyan hat rawestandin. -
Qetlîama 10 Cotmehê, taloqî 6’ê Sibatê hat kirin
Rûniştina Doza Qetlîama Enqereyê ku 10’ê Cotmehê pêk hat, taloqî 6’ê Sibata 2017’an hat kirin.