'Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeha herî mezin e'
Rêxistinên pîşeyî yên navneteweyî piştgirî dan çalakiya rojnamegeran a "Nobeda Edalet û Azadiyê" ya vê hefteyê diyar kirin ku Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeha herî mezin e.
Rêxistinên pîşeyî yên navneteweyî piştgirî dan çalakiya rojnamegeran a "Nobeda Edalet û Azadiyê" ya vê hefteyê diyar kirin ku Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeha herî mezin e.
Çalakiya xebatkarên radyo û rojnameyên ku bi biryarnameya di hikmê qanûnê de (KHK) hatine girtin a "Nobeda Edalet û Azadiyê" ya li ber Edliyeya Stenbolê di hefteya 5'emîn de berdewam kir. Di nobeda ku pankarta "Em Edalet û Azadiyê Dixwazen" hate vekirin de dirûşma "Çapameniya azad nayê bêdengkirin" hat berzkirin. Di nobeda vê hefteyê de Konseya Rehabîlîtasyonê ya Navneteweyî ji bo Mexdûrên îşkenceyê (IRCT), Rêxistina Bijîşkên ji bo Mafên Mirovan (PHR), REDRESS, Komîsyona Hiqûqnasên Navneteweyî (ICJ), Bijîşkên Navneteweyî ya ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukler (IPPNW), Navenda Tedawiyê ya Berlînê (Zentrum Uberleben) û Dijberên Şer ên Navneteweyî (WRI) jî beşdarî nobetê bûn û piştgirî dan çalakiyê.
Di nobetê de ewil Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê Selçuk Erez axivî û diyar kir ku ew ê nehiqûqiyên ku tê jiyîn li her derê vebêjin. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Metîn Bakkalci jî Protokola Stenbolê ya mu li hemû cihanê wekî rehberekî tê qebûlkirin bi bîr xist û diyar kir ku ev ji êşên welat derketiye holê.Bakkalci bang li Tirkiyeyê kir xwest ku li gorî protokolê tev bigere.
Dîrektorê Bernameyan a RSF'ê Lucie Morillon jî diyar kir ku ew ji bo piştevaniya Şemnem Korur Fîncanci, Ahmet Nesîn û Erol Onderoglu yên dza wan bê dîtin hatine û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê ev dema ku demokrasî girîng e, li ser rojnamegeran pêkûtî zêde bû. Tirkiye ji bo rojnamegerên li vir girtîgehekî mezin e"
'EW NE SÛCDAR IN'
Dîrektorê Îcrayê yê PHR'ê Donna MacKay jî got ku doza ku der barê Fîncanci de hatiye vekirin bêbingeh e û wiha axivî: "Ew ne sûcdar in, welatparêz in."
Rojnameger Arzu Demîr a pirtûka "Rewşa Jinê ya Çiya" "Rewşa Rojava ya Şoreşê" hincet hatin nîşandan û bi îdiaya "proqagandaya rêxistinê kiriye" der barê wê de doz hatibû vekirin jî piştÎ danişînê diyar kir ku dozên ku der barê wê de hatine vekirin tenê ji bo wê nehatine vekirin û wiha axivî: "Baş e ku min nivîsandiye, baş e ku ez li pey rastiyê çûme."
Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fîncanci jî beriya dozê di axaftina xwe de got ku piştî ku piştevaniya Ozgur Gundemê kirine bûne hedefa êrîşan û wiha got: "Em wekî bijîşk ji bo jiyanê elimîne nobetê bigirin. Niha şunde jî em ê nobeda xwe bidomînin."
Herî dawî jî Nûnerê RSF'ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu axivî û diyar kir ku divê wekî bersûc nêzîkî wan nebin, divî girseyên ku bêagahî mane bên dîtin û spasiyên ku li kesên ku piştgirî dan kir.
Nobet piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.